Şengalî dê di 8ê îlonê de ji bo ewlekariyê bimeşin
Meclisa Gel a Şengalê derbarbê civîna ku li paytexta Iraqê Bexdayê û bê amadebûna nûnerîn Êzidiyan hatibû lidarxistin daxuyaniyek da û diyar kir ku dê li dijî vê helwestê di 8ê îlonê de meşeke girseyî li dar bixin.

Cigira Hevseroka Meclisa Gel Besê Evesta daxuyanî da û got: “1ê îlonê ku li her derê cîhanê weke roja aştiyê tê pîrozkirin, lê li Bexdayê bi fermana Serokwezîrê Iraqê Birêz Elî Zeydî ve, bê ku nûnerên Êzidiyan di derbarê civaka Êzîdî de bikarin nêrîn û biryar bigirin, civînek lidar xistin û hinek biryar girtin. Beşdarvanên civînê bi temamî ji aliyê leşkerî û ewelehî ve pêk hatiye. Lewma di vê civînê de çarenûsa hatiye peyda kirin jî leşkerî û ewlehî bûye.”
Besê Evesta anî ziman ku pirsgirêka Şengalê bi rêbazên leşkerî û ewlehî nayên çareserkirin û wiha lê zêde kir: “Çareserî naskirin û temsilkirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye. Rêbazê ku wê çareseriyê ava bike jî bi nûnerên civaka Êzidiyan re danûstandin pêkanîn û bi rêya mûzakereyan derbas dibe.”
Besê Ewesta herî dawî bang kir û got: “Em dixwazin ku hêzên parastina civaka Êzidî bi awayek fermî werin naskirin û îradeya siyasî ya civaka Êzidî were qebûl kirin. Bi van mûnasebetan em bang li civaka Êzidî û dostên civaka xwe dikin ku tevlî meşa me bibin.”
Meşa 08ê Îlona 2026an wê saet 16:00an de li Sinûnê pêk bê.


