Selahattîn Demîrtaş bi bavê Narîn Guran re hevdîtin kir
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi bavê Narîn Guran re hevdîtin kir û bang li sazî û dezgeyên hiqûqê kir ku ji bo edalet pêk were di nava hewldanan de bin.

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi bavê Narîn Arîf Guran re hevdîtin kir û têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Selahattîn Demîrtaş di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî dosyaya Narîn Guran weke hiqûqnasekî lêkolîn kiriyê û wiha got: “Di dosyayê de yê ku sûcê wî bi delîlan hatiyê ispatkirin tenê Nevzat Bahtiyar e. Di dosyayê de dayika Narîn Guran Yuksel Guran, apê wê Selîm Guran û birayê wê Enes Guran jî hatine girtin. Ew yek faciyaya hiqûqî ye. Diyar e ku dadgeh ji agahiyên li ser çapemeniyê bandor bûye lê li gor hiqûqê ji bo cezakirinê divê delîl û ispat hebin. Ji bo wê jî divê di denetîmên Îstînaf û Yargitayê de ew ceza bên xirakirin. Di serî de Baroya Amedê bang li hemû sazî dezgeyên hiqûqê dikim ku ji bo edalet pêk were di nava hewldanê de bin. Ez ji Wezaretê Dadê jî rica dikim ku vê dosyayê bi awayekî tîtîz lêkolîn bike û bi daxwaza xirakirinê serî li Yargitayê bide.”


