Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Meclisa Ciwanên DEM Partiyê, endamê Tevgera Azadiyê Mazlûm Tekdag û şehîdên Cotmehê bi bîr anîn. Di bernameyê de li ser Mazlûm Tekdag gotin ku ew her tim di jiyana xwe de dilsozê doza xwe bû.

•
1 deqe xwendin
Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, endamê Tevgera Azadiyê Mazlûm Tekdag ku di 2019an de jiyana xwe ji dest dabû û şehîdên meha Cotmehê li eywana Çand Amedê a Bajarê Nû ya Amedê bi bernameyekê bi bîr anîn. Endam û nûnerên saziyên civakî yên sivîl, rexistinên DEM Partî û DBP yên Amedê, Dayîkên Aştiyê, siyasetmedar, ciwan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Li eywanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd û cangoriyên Tevgera Azadiyê hatin vekirin. Bernameyê bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir.

 ‘Girêdayî û dilsozê doza xwe bû’

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di bernameyê de axivî û bal kişand ser jiyana Mazlûm Tekdag û ev tişt got: “Hevalekî pirtûkek nivîsandibû, digot heger em li ser Mazlûm axaftinê bikin wek ku mirov di binê bîrê de derziyekê bigere ye. Ji ber ku tu çiqas peyvên bi qîmet bibêjî bi rastî ji bo hevalê Mazlûm têr nake. Hevalê Mazlûm ji zaroktiya xwe û heya şehadeta xwe di her demê de pêşengtî kiriye, ji ber ku ew ji malbateke bi qîmet mezinbûye û rêxistin naskiriye. Di 1992’an de bavê xwe di 1994’an de apê xwe winda dike. Di wê civatê de, di wê atmosferê de Mazlûm mezin dibe û hîn 8 salî ye dest bi têkoşînê dike. Wek ku em dibêjin generalê Apê Mûsa, hêj di zaroktiya xwe de, 8-9 saliya xwe de dest bi rojnamegeriyê dike û di wê temenê piçûk de pêşengtiyê ji generalê Apê Mûsa re dike. Bi rastî dema ez li wir rastî hevalê Mazlûm hatim, ciwanekî wisa enerjîk wisa xweş diaxivî û mirov dikişand aliyê xwe. Ji bo hevalê Mazlûm em dikarin bibêjin ku girêdayî û dilsozê doza xwe bû.”

Piştî axaftinê, hevalên Mazlûm Tekdag behsa jiyana wî kir û da zanîn ku ew ji bo wan wek mamosteyek û pêşengek bû. Bername bi xwendina helbestê, temaşekirina sînevîzyonê û bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.