Şehîdên azadiya Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

Şehîdên Amed, Serhed û Botanê ku di nava vê hefteyê de bi komî hatine ragihandin, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmeke hatin bîranîn û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

•
1 deqe xwendin
Şehîdên azadiya Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

Şehîdên Amed, Serhed û Botanê ku di dem û li cihên cûda şehîd bibûn û di nava vê hefteyê bi  komî navên wan hatin ragihandin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Malbatên Şehîdan Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Qedrî Şirîşeyî axivî û di serî de sersaxî ji Rêber Apo, malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz re xwest û got: “Îro gelê kurd li her derê Kurdistanê di nava bîranînan de ne. Li her derî şîn heye û em wek gelê kurd şehîdên xwe bibîrtînin. Ji Amed bigire heta Botan û Serhedê konên sersaxiyê hene. Gelê kurd li ser piyane û xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Em jî wek wargeh ku wargeha me wek hêlîna şehîdane, ji bo bîranîna şehîdan li ser piyane û em xema gelê xwe parve dikin. Şehîd ne tenê yê malbatane, şehîdên me hemûyanin.

Em di şexsê Şehîdên Amed, Serhed û Botanê de hemû şehîdên doza azadiyê bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Şehîdên me rêya me ronîkirine. Em bi saya keda wan şehîdan îro hatine vê astê. Divê em ji bo pêkanîna xeyalên şehîdên xwe têkoşîn bikin û bibin layîqê şehîdên xwe. Em carek din sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”

Piştî axaftinê diruşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Hêjayê gotinêye ku wê îşev saet ji 20:00an heta 23:00an li Komîteya Malbatên Şehîdan sersaxî bên qebulkirin.