Şehîd Evîndar Zîlan û Adil Amed hatin bibîranîn
Li Amedê ji bo endama YJA-STARê Evîndar Zîlan (Şeyma Ûlûdag) û endamê HPGê Adil Amed (Mehmet Mazlûm Ateş) bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de peyama xurtkirina yekîtiya gelê Kurd hate dayîn.

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê ji bo endama YJA-STARê Evîndar Zîlan (Şeyma Ûlûdag) û endamê HPGê Adil Amed (Mehmet Mazlûm Ateş) ku li cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, mewlût hate xwendin û bernameya bîranînê hate lidarxistin. Bernameya ku li Mala Şînê ya Haci Kadrî Davûtoglu ya Dîclekentê ya Peyasê hate lidarxistin, rêveberên MEBYA-DERa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên saziyên sivîl, rêveberên partiyên siyasî û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Di bernameyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Di bîranînê de ji bo şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Paşê jî axaftin hatin kirin û li sînevîzyon ji bo bîranîna cangoriyan hatibû amadekirin, hate temaşekirin.
‘Nifşên me yên nû keda wan bizanibin’
Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di axaftina xwe de bal kişand ser keda cangoriyan û wiha got: “Ji bo herdû malbatên me em sersaxiyê dixwazin. Gelek caran me got em deyîndarên wanin. Şehîdên me karê xwe kirin. PKKê bi awayekî statejîk çek berdan û derbasî merheleya dîplomasiyê bû. Bi vî re xebatên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir. Niha jî em wek gel û taybetî jî malbatên şehîdên me bi her dû destan xwedî vê pêvajoyê derkevin. Pêwîste ku em şehîdên xwe ji bîr nekin. Divê nifşên me yên nû her tim navê şehîd û keda wan ji bîr nekin û bizanibin.”
Xalê Şeyma Ûlûdagê, Xalit Ozbaş jî destnîşan kir ku Evîndar Zîlan bi têkoşîna xwe di nav dilê gelê Kurd de cih girtiye û wiha axivî: “Îro dema em li wêneyên şehîd Evîndar Zîlan dinêrin di rûyê wê de wêrekbûn, hêz û tekoşîna jinên kurd xuya dike. Roja ku tev li refên gerilla bû wê sozek dabû û gotibû, ‘ Ez ê her tim li pêş bibim û gavek paşve neavêjim’. Heya roja ku şehîd ket li ser soza xwe sekinî. Ew bi têkoşîn û berxwedana xwe di nav dilê gelê kurd de cihê xwe girt. Ew ne tenê şehîda me ye şehîda temamî gelê kurd e.”
‘Daxwaza me ew e ku gelê kurd bibe yek’
Birayê Mehmet Mazlûm Ateş, Aydin Ateş jî di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê kurd û kesayetiya Mehmet Mazlûm Ateş. Aydin Ateş da zanîn ku daxwaza wan ew e ku gelê kurd êdî bibe yek û wiha got: “Spasiya xwe ji saziya MEBYA-DERê re dikim da ku ew ji bo şehîdê me ked dide. Wekî hûn dizanin pêvajoyek heye û daxwaza me ew e ku temamî gelê kurd bi saya serê vê pêvajoyê bibe yek. Heval Mazlum mirovekî pir jêhatî û delal bû. Bila serê hemû gelê kurd sax be.”


