Seferên balafirgeha Hewlêr û Silêmaniyê hatin sekinandin

Ji ber êrişên şeva borî yên li ser Silêmanî û Hewlêrê, geştên esmanî yên li balafirgehên Hewlêr û Balafirgeha Celal Talebanî ya Silêmaniyê hatin sekinandin.

•
1 deqe xwendin
Seferên balafirgeha Hewlêr û Silêmaniyê hatin sekinandin

Piştî ku şeva borî rejîma Îranê bi dron û mûşekan êrişek berfireh li ser deverên cuda yên Herêma Federal a Kurdistanê pêkanî, geştên esmanî yên li balafirgeha Hewlêrê û Balafirgeha Celal Talebanî ya Silêmaniyê ji bo demek nediyar hatin sekinandin.

Heta niha dema destpêkirina geştên esmanî nehatiye diyarkirin.