"Sed sal derbas bibin jî em ê nikaribin deynê wan bidin"
Ji bo endama PAJKê Rabîa Barînç (Dîlan Şirnex) li warê wê Şirnexê şîn hat danîn. Bavê Rabîa Barînçê, Abdurrahman Barînç di axaftina xwe de got: 'Eger mirovek ji bo axa xwe canê xwe feda bike, em ê bidin ser şopa wan.'
Ji bo endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) Rabîa Barinç (Dîlan Şirnex) ku ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû û 20ê îlonê roja yekşemê li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Binarê Qendîlê hate veşartin, li warê wê yê Şirnexê jî şîn hat danîn.
Şîna ku MEBYA-DER pêşengiyê jê re dike li Mala Şînê ya Mizgefta Ûlû ya li taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê tê qebûlkirin. Wêneyê şehîd li cihê taziyeyê hate danîn û derdora wê bi kulîlkan hate xemilandin.
Bavê Rabîa Barinçê Abdurrahman Barinç li şînê axivî û diyar kir ku wê dilsozê têkoşîna keça xwe, têkoşîna azadiyê ya Kurd be.
Barinç ragihand ku keça wê û cangoriyên din ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî jiyana xwe ji dest nedan, ji bo têkoşînê şehîd bûn û got: "Eger mirovek ji bo axa xwe canê xwe feda dike, em ê bidin ser şopa wan. Sed sal derbas bibin jî em ê nikaribin deynê wan bidin. Ji bo xwe neçûn, ji bo têkoşînê çûn."
Hate ragihandin ku şîn dê sê rojan dewam bike.


