Şasiwar Ebdulwahîd: Divê PDK dest ji wezîfê berde
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd destnîşan kir ku hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê ji sala 2023an û vir ve dema wê ya yasayî qediyaye û xwest PDK dev ji wezîfa Serokê Hikûmeta Herêmê yan Serokê Herêmê berde.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd daxuyaniyeke çapemeniyê da û bal kişand ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewatiya kabîneya niha li ser hikûmê. Şasiwar Ebdulwahîd ragihand ku hikûmeta niha ji sala 2023an ve dema wê ya yasayî qediyaye, ew dixwazin hikûmeta Mesrûr Barzanî hilweşînin û got: “Me li Dadgeha Federal daxwaza xwe ya yasayî ya li ser vê hikûmetê tomar kiriye. Ji Roja 10’ê Tîrmeha 2023an û vir ve çi biryarên vê hikûmetê dane divê hemû bên betalkirin. Divê PDK yan dev ji wezîfa Serokê Hikûmeta Herêmê yan jî Serokê Herêmê berde. Hikûmeta Niha hikûmeteke demborî ye, nabe ti biryareke stratejîk bide. Divê mûçeyên hatine paşxistin bê dayîn.”
Şasiwar Ebdulwahîd diyar kir ku ew pereyê bi navê Projeya Ronakî ya li ser welatiyan hatiye ferzkirin û girtin, dîsa baca zêde bê hilweşandin û got: “Ji ber ku ev biryar di dema hikûmeta demborî de hatiye girtin, divê bên hilweşandin.”
Şasiwar Ebdulwahîd bal kişand ser hevpeymaniya di navbera wan û YNKê de û got: “Hevpeymaniya me bi YNKê re heye. Dema em li gel aliyên siyasî yên Kurdî bikîn, emê weke hevpeymanî tevlî bibîn. Du kursiyên me ji PDKê zêdetire. Divê PDK dest ji wezîfa Serokê Herêma Kurdistanê yan jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berde. Kursiyên me dikare hevsengiya hêzê biguhere.”


