Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li taxên Seyîd Fehîm Arvasî û Xaçortê ji bo jinan navendên werzîşê vekir.

Şaredariya Rêya Armûşê navendên werzîşê yên jinan vekir

•
1 deqe xwendin
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li taxên Seyîd Fehîm Arvasî û Xaçortê ji bo jinan navendên werzîşê vekir.

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li taxa Seyîd Fehîm Arvasî Navenda Werzişê ya Jinê û li taxa Xaçortê jî Navenda Werzişê ya Jiyanê vekir. Gelek jin tev li merasîma vekirinê bûn û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay, Hevseroka DBPê ya Rêya Armûşê Şengul Aci, Hevşaredara Şaxê Gulten Baran, Hevşaredara Mîksê Nebahat Benek, Desteya Jinan a Bajar û endamên meclisa şaredariyê yên jin beşdarî çalakiya vekirinê bûn.

Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay di merasîma vekirinê de axivî, got: “Îro em wek Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzişê yên jinan vedikin. Em çi bikin jî, em dizanin ku em dê beramberî we dîsa kêm bimînin. Li vir em rexnedayîna xwe didin. Ev navendên me yên werzişê ku me ji bo jinên li Seyid Fehîm, Xaçort û tevahiya Wanê dijîn vekirine pîroz bin. Em ê xebatên xwe yên ji bo jinan berdewam bikin.”

Piştî axaftinan, navendên werzişê yên Jîn û Jiyanê bi çepik, tilîlî û gerandina govendê ji bo xizmeta jinan hatin vekirin.