Şaredariya Hewagê Navenda Jiyana Jinan vekir
Şaredariya Hewagê ji bo jinan Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn vekir.

Şaredariya Hewagê ya Rihayê li taxa Fevzî Çakmakê bi merasîmekê Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn vekir. Di merasîmê de gelek jin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên navçeyê û endamên şaredariyê amade bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku ew li ser esasê azadiya jinê dimeşin û got: “Em li ser tekoşîna jinê civaka demokratîk ava dikin. Em vê navendê dikin navenda xwe ya rêxistinkirin û têkoşînê. Jin nîvê civakê ye, jin jiyan bi xwe ye. Jiyan li ser esasê jinê ava dibe. Têkoşîneke bê jinê têkoşîneke nîvço ye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî cihê jinan cihekî taybet e. Li ser vê esasê em şehîd Mizgîn jî bi bîr tînin.”
‘Em ê jiyanê jinûve biafrînîn’
Pişt re Hevşaredara Hewagê Aygûl Kapikayali jî destnîşan kir hêviya wan ew e ku dê Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn aştî û azadiyê bîne û got: “Armanca me ew e ku em bi hev re bimeşin û bi hev re jiyanê jinûve biafrînîn. Em ê dest bidin destê hevdu û xwe xurt bikin.”
Piştî axaftinan jinan bi hev re bi tililî û çepikan navenda jinan vekir. Bernameya vekirinê bi gerand û stranan bi dawî bû.


