Şaredariya Amedê fabrîkeya ‘Nanê Gel’ vekir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên xwe yên “şaredariya gelparêz” de fabrîkeya “Nanê Gel” vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fabrîkeya “Nanê Gel” li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê bi merasîmeke girseyî vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevserokên DBPê yên Amedê Ahmet Dogan û Rûçem Vefa Elyakût, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Bernameya vekirinê bi lêdana erbaneyê dest pê kir. Di ekrana ku li ber fabrîkayê hatibû avakirin de, dîmenên ku qonaxên hilberînê yên li fabrîkayê vedibêjin hatin temaşekirin. Di bernameyê de hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn axaftin kirin. Destnîşankirin ku ev proje ne tenê ji bo hilberîna nanê erzan e, di heman demê de armanc dike ku îstihdama jinan zêde bike, aboriya herêmî xurt bike û li dijî xizaniyê bibe piştgirî. Fabrîka li ser qadeke girtî ya 4 hezar û 500 metrekare hat avakirin, di nêzî 11 mehan de bi veberhênaneke 235 milyon lîreyî hat temamkirin. Tesis bi teknolojiyeke tam otomatîk hatiye sêwirandin û kapasîteya wê ya rojane wekî 100 hezar nan hat plansazkirin. Di gava yekem de dê rojane 40 hezar nan bê hilberandin û nanê 210 gramî dê bi 10 TLyî ji welatiyan re bê firotin. Nanên ku li vir tên hilberandin dê li seranserê bajêr bi rêya 43 bufoyên “Nanê Gel” bigihêjin destê gel.
Piştî axaftinan, kurdeleya vekirinê ji aliyê hevşaredaran, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ve hat birîn. Piştre li nav fabrîkeyê geriyan û nan li welatiyan belav kirin.


