Şardariya Xana Axparê konsereke bi coş organîze kir

Şaredariya Xana Axparê şevê din ji bo gel konsereke bi coş amade kir. Di konserê de hunermend Mehmet Atli û Ruken Yilmaz bi stranên xwe xweş derbas kir.

•
1 deqe xwendin
Şardariya Xana Axparê konsereke bi coş organîze kir

Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Xana Axparê "Konsera Gel a Xana Axparê" li dar xist. Di konserê de ku xelkê navçeyê eleqeyeke mezin nîşan da. Hunermendên navdar Kurdî Mehmet Atli û Ruken Yilmaz derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin. Konsera li Parka Nûjiyanê hat lidarxistin. Di konserê de astengdara çavan Nisanur Fidan a ku bi serê xwe fêrî piyanoyê bûbû jî derket ser dikê.

Di konserê de lîstikvanên Xana Axpar Belediyesporê yên ku di Lîga 1emîn a Amator a Diyarbekirê de bûbûn şampiyon, madalya û kûpaya şampiyoniyê girtin. Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz beriya konserê axivî û bal kişand ser girîngiya civakî ya hebûna zimanê kurdî. Semra Akyuz destnîşan kir ku muzîka kurdî ji bo pêşveçûn û zindîhiştina ziman û çandê gelek girîng e û got: “Çalakiyên wiha ji bo ku kurdî bibe parçeyekî jiyanê yê nayê veqetandin gelek bi nirx in. Divê di her qada jiyanê de axaftina bi kurdî bibe helwesteke prensîbî. Muzîk gerdûnî ye û hêvî kir ku astengiyên li pêşiya muzîka kurdî di demek nêz de bi dawî bibin.” 

Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerif Arzu jî bal kişand ser pêvajoya ku tê meşandin û hêvî kir ku ev pêvajo bigihîje encamê û rê li ber siyaseta demokratîk vebe. 

Piştî axaftinan Nisanur Fidan derket ser dikê û bi dengê xwe yê xweş stran strîn. Hezkiriyên wê yên muzîkê bi çepikên xurt kêfxweşiya xwe anîn ziman. Piştî Nisanur Fidan, Mehmet Atli û Ruken Yilmaz derketin ser dikê û bi stranên xwe şevek tijî muzîk û coş dan jiyandin. Konsera ku bi eleqeya mezin a welatiyan berdewam kir, bi govendên ku bi şahî hatin gerandin bi dawî bû.