Sansur êrîşa azadî û demokrasiyê ye

Seroka MKGê Roza Metîna û Hevserokê DFGê Selman Çiçek derbarê sansûra dîjîtal de diyar kirin ku desthilatdar çapemeniya muxalîf her tim wekî zextê li pêşberî armancên xwe dibîne û gotin: “Astengkirina hesabên ajansan û rojnamegeran êrîşeke li ser azadî û demokrasiyê ye.”

•
1 deqe xwendin
Sansur êrîşa azadî û demokrasiyê ye

Ozan Demîr 

Di van demên dawî de li Tirkiyeyê malper û hesabên rojnamegeran û çapemeniya muxalîf bi awayekî keyfî tên astengkirin. Sansûr gihiştiye astekê ku her meh bi hezaran hesab tên astengkirin. Di meha Tebaxê de hesabên Xê yên MedyaHaber, Ajansa Mezopotamya, rojnameger Nasuh Bektaş û Firat Fistik, Ajansa Etkin Haberê û JINNEWSê hatin astengkirin. Hesabê Instagramê yê Nujîn Medyayê jî hat astengkirin. Hesabê YouTube yê JINNEWSê di vê mehê de bi temamî hate girtin. Herî dawî, di 25ê Îlonê de, li Tirkiyeyê herî kêm 250 malper û hesab hatin astengkirin.

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çiçek derbarê sansûra dîjîtal de axivîn.

‘Astengkirin di heman demê de yek ji zextên herî mezin ên li ser rêxistinbûyina jinan a di qada çapemeniyê de ye’

Roza Metîna diyar kir ku tevî niha Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dewam dike jî, êrîşên li ser medyaya dîjîtal û kedkarên çapemeniya azad berdewam dikin û got: “Herî dawî, di 9emîn salvegera Ajansa Nûçeyan a JINNEWSê de, hesabê Xê yê JINNEWSê cara 9emîn hate astengkirin. Ev di heman demê de yek ji zextên herî mezin ên li ser rêxistinbûyina jinan a di qada çapemeniyê de ye jî. Dîsa li dijî rojnameger Oznûr Deger bi tohmeta ‘propagandaya rêxistinê’ dozeke nû hat vekirin.Di demên dawiyê de êrîşeke sîstematîk li dijî hesabên şexsî û yên ajansan dewam dike. Herî dawî hesabên nûçegihanên televîzyona Bizim TV û rojnameya BirGünê Meral Danyıldız û Sarya Toprak, nûçegihana dadgehê ya Ajansa Nûçeyan a ANKAyê Esra Tokat û parêzer Sena Yazıcıoğlu û Tuncay Koç hatin astengkirin. Dîsa hesabên Xê yên rojnameger Roza Arpa, Hilmi Hacaloğlu û Ersin Eroğlu hatin astengkirin.Li gorî parvekirina Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya di 25ê Îlonê de, tevî hesabên rojnamegeran 250 hesab hatine astengkirin. Dîsa 3 rojnamegerên bi navê Mehmet Toprak, Halil Biter û Kenan Bayık ji ber parvekirinên li ser mijara erdhejê hatin binçavkirin. Her wiha rojnameger Fatih Ergin û Alî Tarakçı jî hatin girtin.Li ser nivîsa ku di rojnameya Yeni Yaşamê de bi sernavê ‘Ma karê kesên bi cilûbergên fermî kuştin e?’ hatiye weşandin, li dijî Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Yeni Yaşamê Ahmet Güneş û Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Mehmet Alî Çelebî lêpirsîn hat destpêkirin.”

‘Êriş rêxistinbûyina xurt a di qada çapemeniyê de jî dike hedef’

Roza Metîna destnîşan kir ku armanca zextan astengkirina ragihandina rastiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha desthilatdar çapemeniya muxalîf her tim wekî zextê li pêşberî armancên xwe dibîne. Di heman demê de, ji bo rastî dernekevin holê û civak hişyar nebe, îktidara heyî medyaya hawîz wekî amûrekê bi kar tîne. Her wiha îktidara heyî teknîkên xwe yên manîpûlasyonê jî her tim bi rêya medyayê pêk tîne. Loma jî êrîşeke sîstematîk li dijî medyaya muxalîf pêk tîne.Ev êrîş rêxistinbûyina xurt a di qada çapemeniyê de jî dike hedef. Lê belê kedkarên çapemeniya azad her tim li dijî êrîşan rabûne û serî netewandine. Li dijî êrîşên ku armanc dikin serî bidin tewandin, her tim hişyar tev geriyane. Astengkirina hesabên ajansan û rojnamegeran her wiha êrîşeke li ser azadî û demokrasiyê ye jî. Divê rojnameger bikaribin li welatekî karê xwe bi awayekî azad bikin. Divê girtîgeh bi rojnamegeran tijî nebin. Bi girtin, binçavkirin, zext û zordestiyên li hember rojnamegeran aştî û wekhevî bi ser nakeve.Bi astengkirina hesabên ajansan û rojnamegeran siberojeke azad nayê afirandin. Aştî, wekhevî, demokrasî, azadî û siberojeke azad bi rakirina astengiyên li pêşiya medyayê pêkan e. Ev astengî nikarin pênûsa heqîqet û rastiyê bidin tewandin.”

‘Bêlêpirsînê bêdengkirina çapemeniyê ji mekanîzmeya sansûra dîjîtal re xizmetê dike’

Selman Çiçek jî anî ziman ku astengiyên ragihandinê yên dawiyê azadiya çapemeniyê bêbehn dihêlin û got:“Bi taybetî li ser medyaya dîjîtal, astengkirina hesabên rojnamegeran, astengiyên komî yên xwegihandina civakê bi zanînê û xwegihandina rojnamegeran bi cemaweriyê sînordar dike. Astengiyên ragihandinê êdî ne tiştekî taybet in, gihiştine asteke bilind û veguherîne sepaneke sîstematîk. Bi vê yekê jî li Tirkiyeyê qada dîjîtal tê kontrolkirin. Em wekî DFGê dibêjin ku astengkirina ragihandinê û hesabên rojnamegeran nayê wateya tenê astengkirina wê hesab, malper û saziyê. Her astengkirin tê wateya astengkirina mafê rojnamegeran ê xwegihandina xwînerên xwe û astengkirina fikr û ramanên cuda ye. Bi vê sedemê, astengiyên li Tirkiyeyê divê ne tenê di çarçoveya hiqûqê de werin nirxandin, divê ev astengî li gorî azadiya çapemeniyê û standardên mafên mirovan jî werin nirxandin. Saziyên dewletê, platformên dîjîtal û saziyên navneteweyî jî di vê pêvajoyê de divê berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.Bêlêpirsînê bêdengkirina çapemeniyê ji mekanîzmeya sansûra dîjîtal re xizmetê dike. Ewlekirina azadiya çapemeniyê li qada dîjîtal pêwîstiya civakeke demokratîk e jî.”