Şandeya PYDê li Şamê hevdîtin pêk anîn
Şandeya PYDê li Şamê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîn.

Hevserokê PYDê Xerîb Hiso, Hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYDê Sema Bekdaş û Silêman Ereb û endamên Meclisa Giştî ya PYDê Sureya Mustafa û Hesen Ebdullah roja 13ê gulanê li Şamê bûn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên PYDê hatine wergirtin, di plansaziya şandeyê de gelek serdan û hevdîtin hebûn. Lê hevdîtina wan a bi Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya hikûmeta demkî re derket pêş.
Tê gotin ku Sekreteryaya Giştî ya Karûbarên Siyasî girêdayî Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ye û roleke girîng dilîze. Bi gotineke din wekî saziya şêwirmendî, perspektîfê ye û gotina wê fermî nebe jî, weke biryarekê cih digire.
Hat diyarkirin ku li ser meseleya kurd, destûra bingehîn, zimanê kurdî û entegrasyonê gotubêj hatine kirin. Li gorî çavkaniyan PYDê wê van peywendiyên xwe bidomîne û nîşan bide ku ew siyaseteke tevahiya Sûriyeyê hembêz dike û dê xebatên xwe li hemû deveran berfireh bike.


