Şandeya Îmraliyê armanc dike di nêz de bi Ocalan re hevdîtinê bike

•
1 deqe xwendin
Şandeya Îmraliyê armanc dike di nêz de bi Ocalan re hevdîtinê bike

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktê tekildarî hevdîtina bi AKPê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Heyeta me di 15ê Tîrmehê de bi heyeta Ak Partiyê û di 16ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevdîtin pêk anî. Em di hevdîtinê de li ser rewşa pêvajoyê axivîn û me gotûbêj kir. Me anî ziman ku divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê û ji bo ew qanûn ji bendewariyên civakê re bibe bersiv danûstandin bên kirin. Danûstandinên me yên vê derbarê de dê berdewam bikin.

Piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Şandeyê herî dawî di 24ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Ji wê demê heta niha 53 rojin şande nikare biçe Îmraliyê. 53 rojin bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.