Şandeya DEMê ji Îmralmiyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, çû li Girava Îmraliyê. Piştî hevdîtin kir ji Îmraliyê vegeriya.

Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne çû Girava Îmraliyê. Şandeya ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê ji bo hevdîtinê ber bi girava Îmraliyê re ketin rê. Şandeyê piştî li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir vegeriya.
Buroya çapemeniyê ya DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku şande dê piştre daxuyaniyê bide.


