Şandeya DEM Partiyê dê di 13ê Îlonê de biçe Îmraliyê
Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel di bernameya Sterk Tv de ragihand ku şandeya DEM Partiyê dê roja duşemê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Çapemenî û Propagandayê berpirsyar Tayîp Temel di bernameyeke taybet a Sterk Tv de ragihand ku şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktên di 13ê Îlonê de ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike dê biçin Girava Îmraliyê. Şande herî dawî di 2yê Tebaxê de çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.


