Şahiya Cejna 15ê Tebaxê li Qendîlê destpê kir

Li Binarê Qendîlê bi girseyî şahiya Cejna Vejînê ya 15yê Tebaxê destpê kir.

•
1 deqe xwendin
Şahiya Cejna 15ê Tebaxê li Qendîlê destpê kir

Li Qada Newrozê ya li gundê Enzê yê Binarê Qendîlê, bi beşdariya kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, şahiya Cejna Vejînê ya 15yê Tebaxê destpê kir. Welatî berê xwe didin qada şahiyê û kêlî bi kêlî hejmara beşdaran zêde dibe. Tê payîn şahiya 15yê Tebaxê ya li Binarê Qendîlê bi axaftin, çalakiyên hunerî û gerandina govenda azadiyê heta direngiya şevê bidome.