Şahid: Kurê Walî Gulistan Doku kuşt

Şahidê Kuştina Gulistan Doku Umut Altaş li xwe mikur hat û got: “Min şahidiya kuştina Gulistan Doku kiriye. Kurê Walî Gulistan Doku kuşt û me cenazeya wê bi hev re kir bagaja otomobîlekê.

•
1 deqe xwendin
Şahid: Kurê Walî Gulistan Doku kuşt

Şahid û bersûc Umut Altaş ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de fermana girtinê ji bo wî hatiye dayîn û ji DYEyê daxwaza radestkirina wî hatiye kirin, li DYEyê derbarê dozê de îfade da.

Umut Altaş, di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku wî şahidî kiriye ku Gulistan Doku ji aliyê kurê walî Mustafa Turkay Sonel ve hatiye kuştin û wan bi hev re cenazeyê Gulistan Doku birine bagaja otomobîlekê. Hate ragihandin ku Umut Altaş di îfadeya xwe de behsa Mustafa Turkay Sonel kiriye û îdia kiriye ku jê re hatiye gotin, "Wê Bavê min vê yekê çareser bike."

Umut Altaş, diyar kir ku dibe cenazeyê Gulistan Doku li nêzî rêya Pertekê hatibe veşartin, piştre bi heman wesayîtê vegeriyane cihê bûyerê û kamerayên li herêmê hatine kontrolkirin.

Derket holê ku efserên Lêpirsînên Ewlekariya Navxweyî yên FBI û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du rojan, di 19 û 20ê Tebaxa 2026an de, li Navenda Pêvajoya Moshannon Valley a li Pennsylvania, Umut Altaş lêpirsîn kirine. Dosya bi rêya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Derve û Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Dadê bi rêya kanalên hevkariya dadwerî ji rayedarên dadwerî re hat şandin.

Mustafa Turkay Sonel ê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatiye girtin, sûcdariyên li dijî xwe red kir û di îfadeya xwe dozgeriyê de diyar kir ku ew Gulistan Doku nas nake û sûcdariyên li dijî wî rastiyê nîşan nadin. Di nivîsa sevkê ya dozger de hatibû gotin ku li gorî îfadeyên şahidekî veşartî, tê îdiakirin ku Mustafa Turkay Sonel bi Umut Altaş re Gulistan Doku kuştiye.

Gulistan Doku ji sala 2020an û vir ve winda ye

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, di 5ê Çileya 2020î de li Dêrsimê winda bû. Ji vê dîroka heta niha tu agahî ji Gulistan Doku nayê girtin. Doz bi salan bi îhtîmala xwekuştin hat meşandin û di sala 2026an de lêpirsîn bi gumanbariya kuştinê berfirehtir bû. Kurê walî Mustafa jî di nav de der barê gelek gumanbaran de doz hate vekirin.