Şagirtên Mûsa Anter xelatên xwe girtin
Şagirtên Musa Anter (Apê Mûsa) di 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê de li avahiya ÇandAmedê bi bernameyekê wergirtin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi dirûşma “Heqîqet teqez rêya xwe dibîne” li ÇandaAmed a Amedê, 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê li dar xist. Di bernameyê de malbatên şehidên çapemeniya azad, Hevseroka DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bûcak, nûnerên saziyên sivîl, dayikên aştiyê, xebatkarên Çapemeniya Azad jî di navde bi sedan kes amade bûn. Bernameya xelatgirtinê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi axaftinê berdewam kir. Di merasîmê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka DFGê Kesîra Onal bal kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt gotin: “Ev nêzîkî du sal in em di pêvajoyeke girîng a Aştî û Civaka Demokratîk de derbas dibin. Mixabin hêj jî zext û astengiyên li pêşiya çapemeniyê ji holê ranebûne. Divê dawî li polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniyê bên û gavên qanûnî yên hewce divê bên avêtin.”
Dûre kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter axivî û peyama ku ji bo bavê xwe Apê Mûsa nivîsandibû xwend. Anter kedkarên Çapemeniya Azad ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Paşê peyama ku Hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm û Îdrîs Henan şandibûn hat xwendin.
Piştî peyamê xwişka rojnameger Metîn Goktepe, Meryem Goktepe axivî û got: “Birayê min Metîn ji bo nûçeya cenazeyekî çêbike çûbû û bi îşkenceyê hat kuştin. Dixwestin di her qadê Mûsa Anter bêdeng bikin, lê wî nivîsandina xwe û daxwaza xwe ya aştiyê domand. Şagirtên wî, rojnameger îro xewna wî mezin dikin. Ez Mûsa Anter bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê mirov qet dev ji nivîsandina rastiyê û daxwaza aştiyê bernede. Xeyala Mûsa Anter jî, xeyala birayê min Metîn jî û xeyala Gurbetellî jî ev bû.”
Bavê Nazin Daştan: Teqez em ê bi ser bikevin
Bavê Nazim Dastan ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel Cîhan Bîlgîn hatibû kuştin, Mehmet Alî Dastan bi dirûşma “Şehîd namirin” derket ser dikê. Daştan wiha axivî: “Me sozek da; cîhan bi ser me de jî were em ê dîsa ji bin rabin. Bila dost û dijmin jî bizanibin; em ê bi ser bikevin. Serkeftin ya me ye. Apê Mûsa û lehengên çapemeniya azad Nazim, Cîhan… Rojnamegerên birûmet, rûmeta me ne. Şehîd namirin.”
‘Em ê piştgirî û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin’
Paşê peyama DÎSK Basın-Îşê hat xwendin û gotni: “Bi bêdengkirina rojnamegeran dikare heqîqetê ji holê rake, em ê piştgirî û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”
Paşê sînevîzyona ku ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hatibû amadekirin û têkoşîna Çapemeniya Azad vedibêje hat nîşandan.
‘Em ji bîr nakin! Em ji bîr nakin’
Dûre peyama hevjîna Namik Taranci, Derman Taranci hat xwendin.
Xelat hatin dayîn
Piştî axaftin û peyaman merasîma xelatdayînê destpê kir. Di beşa Nûçeya Kurdî de nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç û Heval Onkol xelat girtin. Di beşa Nûçeya Tirkî de nûçegihanên Evrenselê Fîlîz Gazî û Ozlem Temena, nûçegihana Yenîyaşamê Reyhan Hacioglû û nûçegihana Bîanetê Tûgçe Yilmaz, di beşa nûçeya dîtbarî de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar, di beşa Wêneyî de rojnameger Ardil Batmaz, di beşa karîkatur de Mahmût Ûlûsan ê li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê tê girtin. Birayê wî xelat wergirt. Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyin Aykol îsal cara ewil hat dayîn û Komeleya Yekîtî, Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) xelat wergirt.
Piştî xelatdayinê peyama Xebatkarê Çapemeniya Azad rojnameger Hayrettîn Çelîk ê ku derveyî welat hate xwendin
Merasîma xelatdayinê bi kişandina wêneyan bi dawî bû.


