Rûsyayê ragihand ku bajarokê Samoylovka yê li Zaporîjyayê kontrol kiriye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bajarokê Samoylovka yê li herêma Zaporîjyayê xistine bin kontrola xwe; di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li 148 qadan xalên leşkerî hatine lêdan û zêdetirî 800 dronên Ukraynayê hatine xistin.

•
1 deqe xwendin
Rûsyayê ragihand ku bajarokê Samoylovka yê li Zaporîjyayê kontrol kiriye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Samoylovka yê li herêma Zaporîjya kontrol kiriye, hemwextî wê li deverên Kharkiv û Donetskê pêşde çûne. 

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya rojane de diyar kir ku hêzên Rûsyayê li 148 deveran cihên depokirina dronan û xalên bicihbûna demkî yên leşkerên Ukraynayê kirine armanc.

Wezaretê da zanîn ku pergalên berevaniya esmanî yên Rûsyayê di nava 24 saetên borî de 4 bombeyên esmanî yên bi rêberiya lazerê dixefbitin û 861 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê berê jî ragihandibû ku êrişî santraleke kehrebê li Kharkivê, 3 keştî li benderê Odesayê kirine amranc.