Rûsya: Ukraynayê 40 dîlên şer kuştin
Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê artêşa Ukraynayê bi fûzeyeke Hîmars êrîşî girtîgeheke ku dîlên şer ên Ukraynayê tê de dihatin girtin û di encama vê êrî,şê de 40 ji wan dîlên şer hatine...

Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê artêşa Ukraynayê bi fûzeyeke Hîmars êrîşî girtîgeheke ku dîlên şer ên Ukraynayê tê de dihatin girtin û di encama vê êrî,şê de 40 ji wan dîlên şer hatine kuştin û 75 dîl jî birîndar bûne.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Bi fûzeyên hîmars ên amerîkî li dijî navendeke ku dîlên şer ên Ukraynayê lê dihatin girtin, pêk hatiye. Di encama êrîşê de 40 girtî hatine kuştin, 75 birîndar bûne û 8 karmendên girtîgehê jî birîndar bûne.”


