Ruken Ehmed: Gel plana HTŞê pûç kir
Berpisyarê Meclîsa Gel a Bajarê Kobanê Ruken Ehmed destnîşan kir ku hewldanên derxistina şerê gelan bi yekitiya kurd, ereb û pêkhateyên din hatine pûçkirin û got: “Dayikên me dibêjin ‘Em dikarin bê zarok bimînin lê em nikarin bê ax bimînin.’ Bi vê vînê em ê hemu planan têk bibin.”

Firat Tûnç
Şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî(Samî Şeyhmus Heso) di 11ê Îlonê de ji aliyê komên çekdar ve hat revandin û piştre jî hat kuştin. Piştî qetilkirina Sîpan Hîznî li Rojavayê Kurdistanê gel rabû ser pêyan û dest bi xwepêşandanan kir. Piştî xwepêşandanan, li Kobanê welatî daketin qadan û bertek nîşanî qetilkirina Sîpan Hiznî bûn. Pişt re jî hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê ketin nava bajêr û 83 welatî binçavkirin. Her wiha piştî hêzên leşkerî ketin nava bajêr di navbera hêzên leşkerî û Asayîşa Kobanê de jî gengeşî çêbû. Hêzên leşkerî xwestin ciwanên di bin çavan de bibin Helebê, li ser vê yekê ciwanan nerazîbûn nîşan da. Ciwanên ji bo wan nebin Helebê agir pêxistin û di encama şewatê de 9 ciwanan jiyana xwe da û 16 ciwan hatin binçavkirin. Ji bo ronîkirina kuştina Sîpan Hiznî komîteyek hat avakirin ku sedem û kiryarên bûyerê lêkolîn bike.
Têkildarî wan geşedanan Berpisyarê Meclîsa Gel a Bajarê Kobanê Ruken Ehmed ji Azadiya Welat re axivî.
‘Xwestin qirkirinê pêk bînin’
Ruken Ehmed di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser awayê hatina HTŞê ya ser desthilatiyê û wiha got: "Ew bi xwe jî û em hemû jî dizanin ku ev hikûmeta HTŞê bi piştgiriya hêzên derve hat ser desthilatiyê. Komkujiyên ku li hemberî Elewî û Durziyan hate kirin, di esasê xwe de ji bo wê bû ku li ser jinan û Kurdan jî bidomînin. Xwestin bi rêya tirsandina civakê siyaseteke dîrokî bimeşînin; kî/kê serê xwe rake û daxwaza mafê xwe bike xwestin wan bêdeng bikin. Lê ji ber ku herêma Rojava 14 sal in xwedî tecrube, rêxistin û hêz e, li hemberî van hewldanên komkujiyê pir baldar bu û bertekên xurt nîşan da."
‘Xwestin derbasî herêmê bibin’
Ruken Ehmed bi bîr xist ku bi taybetî piştî peymana 29ê Çileyê û xwesteka diyarkirina xusûsiyetên herêmî yên Kurdan, hêzên desthilatdar hewl dan tevlîheviyê derxînin û derbasî herêmên Kurdan bibin û diyar kir ku şehadeta endamê HSDê Sîpan Hîznî û biryarên li ser zimanê Kurdî bûn sedema nerazîbûneke mezin û wiha pê de çû: "Hevalê Sîpan hem endamekî gelek salan ê QSDê bû hem jî di hemû jiyana xwe de li hemberî çeteyên DAÎŞê şer kiribû. Şehadeta wî ya bi hovane di nava gel de bertekeke gelekî hişk çêkir. Beriya wê jî biryara parçekirina perwerdeya zimanê Kurdî û daxistina saetên wî yên dibistanan hebû. Gel dijî vê rewşê çalakiyên demokratîk li dar xistin. Dema ku xwestin vê aloziyê wekî firset bibînin û derbasî bajar bibin, civaka Kobanê, zarok, mezin, xort û keç bi hevre gotin 'Em derbasbûna wan qebûl nakin'."
Berpirsiyar Ebû Omer e
Ruken Ehmed derbarê hewldana veguhastina girtiyan a ji Kobanê ber bi Helebê û bûyerên ku di zîndanê de qewimîn de, ev agahî dan: "Karmendên ewlehiya hundirîn a HTŞê xwestin bi awayekî bêserûber kesên ku ji bo şehadeta Hevalê Sîpan çalakî kiribûn û di girtîgehê de bûn bibin Helebê. Li hemberî vê nerazîbûneke mezin çêbû û di encamê de şewat derket. Di encamê de 9 girtî şehîd bûn. Bûyer niha di bin lêpirsînê de ye, lê berpirsiyarê vê komkujiyê kesekî bi navê Ebû Omer e. Gelê Kobanê qebûl nake ku ciwanên wan bi vî rengî şehîd bibin û kesên ku bûn sedem bê hesab bimînin."
‘Gel lîstîk pûç kir’
Ruken Ehmed bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo geşedanên 6ê Çileyê yên li Helebê wekî "Komploya 15ê Sibatê ya duyemîn" pênase kiribû û nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Vê hikûmeta demkî kujerên endamên lîwayê nedarizandin û pêşgiriya vê planê kir. Bajarê Kobanê dorpêç kirin û ev dorpêç heta îro jî berdewam dike. Xwestin plana xwe ya yekemîn bi rêya derxistina şer di navbera Kurd û Ereban de bi ser bixin. Lê nêzî 20 eşîrên Ereb û kesayetên siyasî yên ji civakên Ereb, Çerkes, Tirkmen, Aşûrî, Keldanî û Ermeniyan daxuyaniyên hevpar dan û ev plan pûç kirin. Gelan bi hezaransalan e bi hev re jiyan kiriye. Derxistina fitneyê ne karê gelan e, karê çeteyan e."
‘Bêdengiya Şamê û berxwedana gel’
Ruken Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya desthilatiya Şamê û nêzîkatiya gelê herêmê û wiha dawî axaftina xwe anî:"Siyaseteke bi vî rengî tê meşandin lê gelê Kurd û Ereb li hemberî vê yekê hişyar e. Şam li hemberî van bûyeran bêdeng e. Civak baweriya xwe bi vê hikûmeta demkî nayne ku nikare hêzên xwe kontrol bike û kuştinên hovane ronî bike. Gelê Kurd ji hemû kesan pirtir xwîn da vê axê, wehşeta DAÎŞê têk bir û ji bo hemû civakên Sûriyeyê bû mertal. Em ê bi hişyarî û yekitiya gelan van plansaziyan hemûyan têk bibin. Wekî ku dayikên me dibêjin: 'Em dikarin bê zarok bimînin lê em nikarin bê ax bimînin.' Hêza me ev e."


