Rojnemeger Berfîn Ay serbest berdan

Gerînendeya Karên Nûçeyan a Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay bi kontrola edlî serbest berdan.

•
1 deqe xwendin
Rojnemeger Berfîn Ay serbest berdan

Gerînendeya ji Karên Nivîsan a Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay di 5ê Tîrmehê de li Sînorê Xabûrê hat binçavkirin û piştre ew birin Miduriyeta Polisan a Şirnexê. Rojnemevan Berfîn Ay piştî îfade da, sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê îfadeya Berfîn Ay stend û bi daxwaza kontrola edlî ew sewqî dadgehê kir. Şandeya dadgehê jî bi şertê kontrola edlî Berfîn Ay berda.