Rojnamevan Seyît Evran li ser gora wî ew bi bîranîn

Rojnamevanan di 1’emîn salvegera koçkirina rojnamevan Seyît Evran de, li ser gora wî ya li Şehîdgeha Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, bi bîr anîn.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Rojnamevan Seyît Evran li ser gora wî ew bi bîranîn

Rojnamevanan di 1’emîn salvegera koçkirina rojnamevan Seyît Evran de, li ser gora wî ya li Şehîdgeha Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedîn Hesen piştî sersaxî ji hevrê û malbata Şehîd Seyît Evran re xwest, bal kişand ser têkoşîna Şehîd Seyît Evran û diyar kir ku Şehîd Seyît bi têkoşîna xwe mîraseke mezin li pey xwe hişt û got: “Lazim e em xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin.”

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî peyama dawî ya Şehîd Seyît xwend û bal kişand ser têkoşîna 30 salan a Şehîd Seyîd Evran. Endama Desteya Rêveber a YRA’yê Evîn Îbrahîm jî got: “Em wek şagirtên Şehîd Seyît, heya dawî li ser şopa wî têkoşîna xwe bidomînin.”

Di merasîma bîranînê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Şehîd Seyît Evran hatin bilindkirin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.

Merasîma bîranînê bi belavkirina pirtûka Şehîd Seyît Evran a bi navê “Sir û Raza Çiya” bi dawî bû.