Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin
Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet a Serokê Herêma Kurdistanê yê demborî ya di 7ê Tebaxa 2024an de jî hîna li girtîgehê tê girtin.

Rojnamevan Qareman Şukrî, ku ji ber sedemên siyasî heft sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di 23yê Hezîrana 2021an de ji aliyê Dadgeha Ceza ya Dihokê ve bi awayek veşartî ceza lê hatibû birîn. Şukrî di sala 2019an de di xwepêşandanên li Şîladizê de hatibû girtin û paşê hatibû berdan. Di 27ê Çileya 2021an de dîsa hatibû girtin.
Çavkaniyek nêzîkî malbata rojnamevan Qareman Şukrî got; “Qareman di girtîgehê de di rewşeke tenduristî û derûnî ya pir xirab de ye. Di pergala dadweriyê de gihiştiye qonaxek bêhêvîtiyê ku nikare mafên wî vegerîne. Ji ber kiryarên li dijî wî têne kirin, çendîn caran ketiye greva birçîbûnê. Ev yek jiyana wî xistiye xetereyek cidî.”
Di heman demê de, Qareman ji ber zextên dayika xwe û rewşa tenduristiya xwe neçar ma ku dev ji greva xwe berde. Ev yek piştî wê yekê tê ku rayedarên girtîgehê, li şûna ku daxwazên wî yên qanûnî bicîh bînin, zextek zêdetir li ser wî dikin da ku dengê wî negihêje cihên peywendîdar û bi berdewamî zextek psîkolojîk li ser wî dikin.
Ev rewş ne tenê ji bo rojnamevan Qareman Şukrî derbas dibe. Berevajî vê, paşxaneyek xeternak heye ku bandor li gelek rojnamevan û çalakvanên din yên li Badînanê kiriye ku ji ber karê xwe hatine girtin. Bi raya parêzer û rojnamevanan, dadgeh ne wekî saziyek serbixwe ne. Belkû, ew wekî amûran ji bo pêkanîna ajandeyên siyasî têne bikaranîn. Qanûna Rojnamegeriyê ya Hejmar 35 hatiye paşguhkirin û qanûnên din ji bo bêdengkirina dengên azad têne bikaranîn.


