Rojnamegerên jin xelatên Gurbetellî Ersoz wergirtin

Rojnamegerên jin, di 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz de, bi merasimekê xelatên xwe wergirtin.

•
1 deqe xwendin
Rojnamegerên jin xelatên Gurbetellî Ersoz wergirtin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê merasîma 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP Çigdem Kiliçgun Uçar, DFG, TJA, Dayikên Aştiyê, dayika Gurbetellî Ersozê Fatma Ersoz, Dayika Nesrîn Teke Nezahat Teke, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, siyasetmedarên kurd, hevşaredarên Amedê, endam û rêveberê partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li merasîmê bûn. Merasîm bi deqîqyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Çapemeniya Azad destpê kir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ berz kir.

Şehîdên çapemeniyê yên jin yek bi yek bibîr anî 

Seroka MKGê Roza Metîna navê şehîdên çapemeniyê yên jin yek bi yek rêz girt û got: “Em ê serî li hemberî zîhniyeta baviksalar netewînin. Tevî ku pêvajoya aşt û demokratîk dewam dike jî sansur û manîpulasyonên medyaya alîgir dewam dike. Di 9emîn salvegera damezrandina JINNEWSê de cara 9emîn hesabê wê yê Xê hat girtin. Ev jî peyamek li dijî Çapemeniya Azad e. Dîsa ajansên wekî Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê gelek caran hatin astengkirin. Wexta em lê dinêrin dibînin ku zext û zordestiyek li hemberî Çapemeniya Azad heye, lê belê em jî dibêjin bi van manîpulasyonan, bi van zext û zoradariyê ew ê nikaribin me bitirsînin. Di heman demê de jî 8ê cotmehê roja Rojnamegeriya Jinên Kurd e. Em ê vê rojê bi serbilindî pêşwazî bikin.”

Piştî axaftina Roza Metîna sînevîzyon hate temaşekirin.

Dayika Gurbetellî Ersoz Fatma Ersoz piştî sînevîzyonê axivî û bilêv kir ku cihê şehîdan bihuşt be û wiha got: “Ez spasiya we hemûyan dikim û şehîda bi bîr tînim.”

Malbata Gurbetellî Ersoz jî ji merasîmê re peyam şandin û wiha gotin: “29 sal in ku Gurbetellî Ersoz di nav me de nîne. Îro 8ê Cotmehê 2yemîn xelatên rojnamegerên jin tên dayîn. Ew rûmeta me ne. Gurbetellî tenê rojnamegerî nedikir, jiyana azad diparast. Îro di şexsê Gurbetellî de em hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin.”

‘Her kesê ku dilê xwe daye vê rêyê pîroz dikim’

Dûre Gultan Kişanak axivî û anî ziman ku Gurbetellî pêşengeke ku bi baweriyeke mezin li pey rastiyê diçû û got, “Wê ji aliyekî ve rojname amade dikir, ji aliyê din ve jî moraleke mezin û hêz dida hevalên xwe. Ez bawer dikim ku çapemeniya azad ji bo nivîsandina paşerojeke demokratîk û azad dê bixebite. Hemû hevalên me yên ku me winda kirine, di her nûçeya ku li ser rêya rastiyê tê çêkirin de dê bijîn. Ez her kesê ku dilê xwe daye vê rêyê pîroz dikim.”

Parêzer Eren Keskîn jî peyameke dîtbarî şand û got: “Gurbetellî Ersoz, ji bo çapemeniya Kurd, ji bo çapemeniya azad pêşengeke ku cihê vê nayê tijekirin.”

Piştre peyama malbata Evîn Buldan û Mûsa Anter hat xwendin. 

Piştre merasîma xelatdayînê destpê kir. Xelata Yekemîn a Nûçeya bi Kurdî, ji bo nûçeya rojnameger Perêz Remezan a bi sernavê “Çîroka Aske Kerîm: Birîndarek zindî ya karesata Enfalê û hovîtiya li Nugre Selman” hat dayîn. Xelat ji aliyê Sevîm Yildirim a ji MEBYA-DERê ve hate dayîn. Ji ber ku Perêz Remezan nekarî tevlî merasîmê bibe, li ser navê wê edîtora Ajansa Welat Elîf Can Alkan xelat wergirt.

‘Xelatê diyarî hemû rojnamegerên jin kir

Xelata Yekemîn a Nûçeya bi Tirkî, ji bo nûçeya Elif Akgul a ku di Inside Turkey de bi sernavê “Bi neh teksîdan mirin: Li Tirkiyeyê gihîştina çeka bêmolet” hatibû weşandin, hat dayîn. Xelat ji aliyê aktîvîsta TJAyê Harîka Peker ve hat dayîn. Ji ber ku Elîf Akgul nekarî tevlî merasîmê bibe, rojnameger Dîcle Muftuoglu li ser navê wê xelat wergirt. 

Xelata Taybet a Juriyê ya Nûçeya bi Tirkî jî ji bo nûçeya Gulistan Gulmuş û Derya Ren a ku di JINNEWSê de bi sernavê “Ji parêzvanê Serokkomar ê hat berdan ji jinê re gef” hatibû weşandin, hat dayîn. Xelat ji aliyê Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn ve hat dayîn. 

Xelata Yekemîn a Beşa Nûçeya Dîtbarî ji bo xebata bi navê “Hêviya Vegerê” hat dayîn ku ji aliyê rojnameger Sewsen Êlî û Meryem Reşo ve bi hev re hatibû amadekirin. Xelat ji aliyê Hevşaredar Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak ve hat dayîn. Ji ber ku rojnamegerên xelat wergirtine li Rojava bûn, li ser navê wan Medîne Olçen a ji MKGyê xelat wergirt.

Xelata Yekemîn a Beşa Wêne, ji bo berhema bi navê “Venamire” ya nûçegihana JINNEWSê Nûdem Mihemed hat dayîn. Xelat ji aliyê endama Akademiya Jîneolojiyê Rojda Yildiz ve hat dayîn. 

Xelata Taybet a Juriyê ya Beşa Wêne jî ji bo berhema bi navê “Qêrîna Bêdeng” a nûçegihana Ajansa Welat Sema Gezîcî hat dayîn. Xelat ji aliyê Sûltan Yaray a ji PENa Kurd ve hat dayîn.

Xelata Rûmetê dane berxwedêrên li Gimgim û Kanîreşê yên li dijî projeyên JESê cihên xwe yên jiyanê û paşeroja xwe diparêzin. Xelat ji aliyê Kûdret Eryilmaz a ji Dayikên Aşitiyê ve hat dayîn. Berxwedêrên li Gimgim û Kanîreşê yên li dijî projeyên JESê siruşt û paşeroja xwe diparêzin xelat wergirt. 

Merasîm bi gerandina govendan ve dawî bû.