Rojnameger Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîr anîn

Rojnameger Huseyin Denîz li ser gora xwe ya li Serêkaniyê ji aliyê hempîşe û malbata xwe û her wiha ji aliyê siyasetmedaran ve hat bibîranîn. Rojnameger Gulistan Gulmuş, anî ziman ku armanca wî heqîqetê bigîne gel û got: “Em ê jî li ser armanca wî heqîqetê bigînin gel û gel ronî bikin.”

•
1 deqe xwendin
Rojnameger Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîr anîn

Nûçegîhanê Ozgur Gundemê Rojnameger Huseyîn Denîz di  34emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat bibîranîn. Di bîranînê de nûnerên Komeleya Dicle Fıratê (DFG), Nûnerên DEM Partiyê, endamên malbata Huseyîn Deniz û gelek kesên din amade bûn. Bîranîna li ser gorê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê malbatê Xwişka Huseyîn Denîz Zozan Deniz axivî û got: “Huseyîn Denîz şehîdê gelê xwe ye. Gel her tim li şehîdê xwe xwedî derdikeve. Ne girîng e mirov çiqas bijî. Ya girîng de di jiyana xwe de çiqas karê serkeftî kiriye ye. Huseyin Deniz di 36 salên temenê xwe de hem mamoste bû û hem jî nivîskar bû. Hem bav bû û hem hem jî kesekî rewşenbîr bû. Em hêvî dikin ku em dîsa kuştina mirovan nebînin.” 

Li ser navê DFGê jî Rojnameger Gulistan Gulmuş axivî û got: “Ez di şexsê Hevalê Huseyîn de hemû şehîdên çapemeniyê bibîr tînim. Em li vir ji bo li mîrate û armanca wî xwedî derkevin kom bûne. Armanca wî her tim heqîqetê bigîne gel bû. Em ê jî vê armanca wî her tim mezin bikin û her tim heqîqetê bigînin gel.” 

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu jî hemû şehîdên çapemeniyê bibîr anî û got: “Huseyîn Denîz nirxê vî bajarî û vî welatî bû. Di salên 90î de li orta kolanê hat qetilkirin. Kesên ji heqîqetê tirsiyan ew qetil kirin. Xwestin wî bêdeng bikin. Li gel Huseyin Deniz nêzî sed rojnameger wê demê hatin qetilkirin. Lê îro têkoşîna wî mezin tir bûye û didome.” 

Piştî bîranînê qurnefil danîn ser gorê. Malbatê jî kulînçeyê ku Huseyîn Denîz jê hez dikir li koma li ser gorê kom bûbûn belav kir.