Rojên Ma Musicê bi dawî bû
8emîn Rojên Ma Musicê bi bernameyeke hunerî bi tevlîbûneke zêde bi bi dawî bû.

8emîn Rojên Ma Musicê ku ji aliye Navenda Ma Musicê ve hat li darxistin di roja 3yemîn de li baxçê avahiya Ma Musicê bi dawî bû. Navenda Ma Muzicê 3 rojan konser li dar xistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku qeyim şandine şûna wê, endamên Ma Musicê û gelek kes tev li bernameyê bûn. Ji mamosteyên Ma Mûzîkê Şerko Kanîwar û Hevşaredar Devrîm Demîr axaftin kirin.
‘Em dixwazin zarokên xwe bi stranên xwe mezin bikin’
Şêrko Kanîwar diyar kir ku ew zarokên ku ev du roj in derkevin li ser dikê hin ji wançend meh berê û hin jî 5 sal berê destpê kirine û got: “Lê li vir bi profesyonelî û bi zimanê Kurdî, muzîka Kurdî pêşkêşî malbatên xwe, pêşkêşî gelê me dikin. Wekî berê jî me gotibû; ‘Zarokên xwe bînin cem me; bila zarokên we bi stranên Kurdî û bi zimanê Kurdî û bi çanda xwe mezin bibin.’ Ma Mûzîk û zarokên me, navê li hemberî asîmîlasyonê, navê têkoşîna li hemberî asîmîlasyonê ye. Em tenê li vir lê naxin û nastrên; em hewldidin li hemberî asîmîlasyonê têbikoşin. Hebûna Mayê, hebûna we, piştgîriya we ye û di heman demê de, têkoşîn û berxwedana li hemberî asîmîlasyonê ye.”
‘Tova ku me çandibû, va ye îro şîn bûye’
Devrîm Demîr jî diyar kir ku ew dema tê vir kelecan dibe û got: “Rêwîtiyeke xweş bû. Dibe ku ji ber hinek sedeman ez hinekî ji vê refê ya wextî mabûm, lê dilê min, hestên min, giyanê min her tim di vê rêwîtîyê de bi hevalên min re berdewam dikir. Ez her gava ku navê Ma Mûzîk û zarokên me dibînim, kêfxweş û şanaz dibim. Îro ez dibînim ku şagirtên me yên ku di dema ez li vir bûm biçûk bûn, niha mezin bûne û êdî hatine asta ku bi profesyonelî muzîkê çêbikin. Ew kêfxweşiyeke pir mezin e û kelecaniya min zêde dike. Ji ber ku em dibînin ku ew tova ku me çandibû, va ye îro şîn bûye û îro gelek tovên din jî ji bo xwe diçîne. Di serî de ji bo her hevalê ku li vir, yek notayekê fêrî van zarokan dike, yek stranekê, yek gotinekê, straneke Kurdî fêrî van zarokan û ciwanên Kurd dike, ez spasiya wan dikim. Di rêwîtiya Ma Mûzîkê de jî serkeftinên bêdawî dixwazim.”
Konser bi coş û kelecaniya zarokan û bi stranên kurdî bi dawî bû.


