Rêyên şer vedikin
Rojnameger Kemal Raûf anî ziman ku artêşa tirk ji bo mayîndebûna xwe amadekariyan dike û rêyên nû vebike. Kemal Raûf da zanîn ku Başûr ji ber siyaseta şaş a PDK û YNKê ketiye nav aloziyê û 17 meh in nikarin hikûmetê pêk bînin.

Nûner û rêvebirên partiyên siyasî yên kurd li aliyekî xebatên yekîtiyê dikin, li aliyê din destê hêzên derve partiyên kurd tînin beramberî hev û wan parçe dikin. Dîsa li aliyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdî li dijî şer ji bo Aştî û Civaka Demokratîk têdikoşin, bi rêya şandeya DEM Partiyê bi dewlet û hikûmetê re hevdîtinan dikin, li aliyê din artêşa tirk li başûrê Kurdistanê hêza xwe leşkerî mezin dike û cebilxaneyên şer xurt dike.
Rêyên nû vedikin
Rojnameger Kemal Raûf derbarê dagirkirina artêşa tirk a li Başûr, parçebûna PDK û YNKê, bandora NATOyê ya li ser PDK û YNKê û nêzîkatiya hikûmeta herêmî ya li dijî gel nirxandinên girîng kirin. Rojnameger Kemal Raûf anî ziman ku artêşa tirk bênavber li Başûr rêyan çêdike û got: “Artêşa tirk ji bo mayîneke demdirêj amadekariyan dike. Xuya ye ku artêşa tirk niyeta wê tune ye ku di demeke nêzîk de vekişe. Kişandina alavên leşkerî ji bo herêmê nîşan dide ku amedakariyeke demdirêj dike.”
Rojnameger Kemal Raûf da zanîn ku çavdêrî nîşan didin ku Tirkiye xwe ji bo guhertinen li herêmê û Başûr amade dike û wiha axivî: “Hebûna vê hêzê, rola Tirkiyeyê di destwerdana kar û barên başûrê Iraqê de xurt dike.”
Kemal Raûf anî ziman ku îro, Başûr ji ber siyaseta şaş a partiyên desthilatdar, yanî YNK û PDK, ketiye nav aloziyê û wiha berdewam kir: “17 meh di ser hilbijartinan re derbas bûne. Lê wan nekariye hikûmetê pêk bînin. PDK û YNK, guh nadin rexneyên gel. Vê yekê rewşeke bêbawerî û bêhêvîtiyê çêkiriye. Gel mîna ku hêviyê bi serabê ve girêdide, êdî bawer nake.”
Kemal Raûf li ser têkiliya di navbera YNK û PDKê de jî rawestiya û ev nerxandin kir: “Têkiliya PDK û YNKê mîna têkiliya di navbera du kompaniyên hevrik ên xwedî berjewendî de ye. Ew piştrast in ku Herêma Kurdistanê dê ne tenê ji aliyê Tirkiye, hêzên Sunnî û Kanadayê ve were rêvebirin. Tê zanîn ku YNK nêzîkî Îran û partiyên Şîe yên Iraqê ye. Asta nakokiyên navbera van her du partiyan ji ber nifşê nû zêdetir bûye û gihîştiye wê astê ku ew hevdu tune bikin.”
Ji ber kêmasiyan nebûne hêz
Kemal Raûf bi lêv kir ku her çend xelk derbarê performansa van her du partiyan di 35 salên borî de bi fikar be jî, lê ew bawer dikin ku parastina Herêma Kurdistanê erka her kesî ye û naxwazin ziyanê bidin pêkhateya herêmê. Xelk ditirse ku pêkhateya herêmê (wekî destkeftiyeke neteweyî) ji ber bêxemiya siyasî û partîtiyê bibe qurban. Di salên dawî de, kurdên li Başûr têkiliyên baş bi dostên xwe yên li Ewropa û Dewletên Yekbûyî re danîn. Lê, ji ber xeletî û kêmasiyan, gendeliyê, nebûna rêxistinkirina hêzên Pêşmerge, rê li pêş binpêkirina demokrasiyê û mafên mirovan negirtiye û nebûne hêza serxwebûnê. Guherînên li rojavayê welêt siyaseteke nû li ser herêmê ferz kiriye, ku bi giştî ne di berjewendiya kurdan de ye. Xeletiyên partiyên siyasî û rêvebiriya xerab a li Başûr, ji bo civakeke demokratîk, nebûye rêvebiriyeke serkeftî. Ji ber vê nêzîkatiya partiyên siyasî rola kurdan di biryarên têkildarî avakirina rêvebiriya Bexdayê de kêm bûye.”


