Rêyeke dûr û dirêj
Em ê bibinin ku rê ne dijminê me bû; rê mamosteyê jiyana me bû. Em ê fêm bikin ku armanc ne tenê gihiştin bû; armanc ew mirovên ku di rê de afirîbû. Ji ber vê yeke rê hebe em ê tê de bimeşin. Kelem hebe em ê derbas bikin. Çiya hebin em ê hilkişin. Ji bo şevên tarî em ê rojê di hundurê xwe de hilgirin û ji bo kesên ku ji me re bibêjin hûn nekarin bigehêjin; em ê bi gavên xwe bersivê bidin.

Belê rê di destpêkê de diyar be jî encam ne diyar e û her rê dawiya wê pir dûr û bê dawî dixuyê û bi gavekê dest pê dike ku êdî rê di bin gavên me de diherife, her ku gavên me bi domdarî hîs dikin; di pey demekê re, rê jî li pey me digere.
Rê dijwar in û li pêşiya me çiyayên bilind hene ku naxwazin rê bidin. Kevirên tûj hene ku şaşiyê ranagirin; şevên bêstêrk hene ku tarîtî şevreşka herî giran e. Baranên ku tayê dezî ziwa nahêlin bi ser me de bibarin û deriyê ku bi destê kesên din hatine girtin astengiyan diderînin jî! Em dev ji vê rêyê bernadin ku em ne kes in ên ji bo rêyên hêsan derketine ser rê.
Dibe ku îro em li qonaxekê rawestin û bixwazin bi gelemşeyên me ji rê ya me sar bikin, an jî sibehê ji bo qonaxeke din pêdivî bi rawestinê hebe. Em dizanin ku ev rawestandin ne ya dawiyê û ne jî rêya dûr me ji armanca bi dûr dixîne.
Ji ber ku armanc bi gavekê pêk nayê û rengê berxwedana te helwesta te dernaxîne holê. Lê bi hezar gavên biçûk, encamên dûr nêz dibin, gavek biçûk be jî hêviyê car bi car jîn dike û zindîbûneke domdar pêkan dike.
Tevî çiyayê ku rê nade em derbas bibin jî, em ê rê bibînin û bimeşin. Her dergehên ku bi zaneyî yan bi nezanî bêne girtin, an jî girtî bin, em ê ji hêza xwe mifteyan çebikin.
Mîna serdema destpêka meşa mirovahiyê em ê ji nû ve rêyan çêbikin û kevirên li ser rêya me astengiyan derînin, em ê ji keviran pêngavan ava bikin.
Ger ku şev dirêj bibin û bixwazin me di nav taritiyê de bihêlin; em li bendî sibehê nemînin û di nav şevê de agirê xwe vêbixin. Ji ber ku kesên li bendî ronahiya encamê sekinîne agirê destê xwe nedîtine û bîr nebirine ku ew ar dikare rêya wan ronî bike.
Ez dizanim ku bibêjim; em ê gelek caran biwestin, gelek caran şaş bibin, gelek caran ji hevdu dûr bikevin û gelek caran jî bipirsin “gelo em ê bigihîjin” lê dibêjim ku gihîştin tenê nedawiya rê ye! Her gava ku em xwe radest nakin; em ê gihîştinê nêzîktir bikin.
Ji ber vê yekê bila rêya me dirêj be, bila qonaxên me gelek bin, çiyayên me bilind bin, bila şert giran bin lê em ê bimeşin.
Ji ber ku li dû her rêyên xwedî astengî; rêyên din jî hene. Li dû şevên herî tarî sibehên zelal hene û bi pey her ketinê re rabûnek heye, ev haydarî mirovan misuxurî jiyîneke biçêj dike.
Em ê bigihîjin! Ne ku rê hêsan e, ji ber ku em ji rê venegeriyane. Dibe ku ne pêkan be em tevahî dûrbûnê di rojekê de bimeşin; lê em dikarin gava destpêka ku rê biherifîne (bihelîne) ji îro ve biavêjin.
Dibe ku armanc hîn gelek dûr bixuyên, lê bi her gavê re dûrî kêm dibe û rêyeke di pey gelek qonax û rawestinan re, di pey gelek şevên herî tarî re, di pey birînên gelekî kûr re; em ê li qotê bilindahiya pêşketinan li xwe binêrin.
Em ê bibînin ku rê ne dijminê me bû; rê mamosteyê jiyana me bû. Em ê fêm bikin ku armanc ne tenê gihîştin bû; armanc ew mirovên ku di rê de afirîbû. Ji ber vê yekê rê hebe em ê tê de bimeşin. Kelem hebin em ê derbas bikin; çiya hebin em ê hilkişin. Ji bo şevên tarî em ê rojê di hundirê xwe de hilgirin û ji bo kesên ku ji me re bibêjin hûn nikarin bigîhîjin; em ê bi gavên xwe bersivê bidin.
Dirêjbûna rê nabe gazin. Rê hîn dirêj e, rawestîn û qonax hîn hene. Çiya li pêşiya me ne. Lê em li vir in û heta ku em bimeşin; rê ji me re vekiriye, kin dibe û em ê bigihîjin armancê.


