Rêya Geverê hat girtin
Li Geverê nêzî tunela ku tê çêkirin kevir hatin ser rê û rê ji trafîkê re hat girtin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li nêzî cihê ku tunel tê çêkirin kevir ji jor hatin ser rê û rê hat girtin. Piştî ku rê hat girtin trafîkeke zêde ya wesayîtan çêbû. Xebatkarên Midûriyeta Giştî ya Rêyan dest bi xebatê kirin da ku rêya ku bi saetan girtî bû, ji nû ve vekin.


