Rêwiyeke azadiyê: Nesrîn Teke

Yek ji çîrokên van rêwiyan jî ya Nesrîn Teke ye. Nesrîn hê di sala 1998an de beriya çalakiyê her tim dikeve nav liv û tevgereke da ku li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekna xwe nîşan bide.

•
1 deqe xwendin
Rêwiyeke azadiyê: Nesrîn Teke

“Dema binevşan vekir li çiyan

Dema, berf li ser wan heliya

Kewan, li ser bi stranan giriya

Evîn di agir, agir di agir de heliya”*

Têkoşîna ji bo azadiyê rêyeke ku têra xwe tije xwîn, xwêdan, berxwedan, ked, berdêl, êş, evînên nîvcû ye û bi çîrokên hezaran cangorî û têkoşeran hatiye avakirin. Ev rê rêyeke ku nêzî 50 sal in bi hezaran canfedayan bûye rêya têkoşînê ya îroyîn. Bi keda wan bêrîtan û egîdên ku her kevir, qirş û qalên li çiyayên Kurdistanê ji xwe re xistin cih û war. Di çîroka her rêwiyeke azadiyê de dîroka têkoşîn, serhildan û berxwedana gelê kurd heye.

Daxwaza Nesrînê

Yek ji çîrokên van rêwiyan jî ya Nesrîn Teke ye. Nesrîn hê di sala 1998an de beriya çalakiyê her tim dikeve nav liv û tevgereke da ku li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekna xwe nîşan bide. Li gor agahiyên ku dê û bavê parve kirine; hê di 15-16 saliya xwe de Nesrîn kovara Ozgur Halkê difroşe û bi malbat û derdorê dide xwendin. Piştî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî ev lêgerînên wê zêdetir dibin. Nesrîn li rêya biçe tev li gerîlla bibe jî digere lê hevalê ku  fikrên xwe yê tevlêbûnê parve dike jê re dibêjin, ‘’Jixwe tu jî wek gerîllayan karê xwe dikî. Ev keda ku tu didî kedeke mezin û hêja ye.” 

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Di sala 1998an de dema ku komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin li girtîgeha Mereşê Mehmet Halît Oral bi dengê ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ yekem çalakiya li dijî feraseta komploger pêk anî. Piştî vê çalakiyê jî êdî li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê çalakiyan dest pê kir.  Bi bedena xwe bi dehan welatparêzên welatê xwe li dora serokê xwe çembereke ji agir çêkirin û peyam dan tevahiya cîhanê. Di wê demê de Nesrîn jî li Stenbolê ji bo kovara Ozgur Halkê xebatên xwe dimeşîne.

Li gelek bajaran behsa tecrîdê kir

Her tim guhên wê li ser çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ dimîne. Ji bo xebatên kovarê ji Sêrt, Amed, Êlih, Mêrdînê li gelek bajaran digere û nerezîbûn, bertek û çalakiyên gelê kurd ên li van bajaran jî dibîne. Li her cih û bajarê ku diçê de li gel belavkirina kovarê behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dike û di her fersendê de wî ruhê şoreşger ligel hemû kesên ku bi wan re diaxive, nîşan dide.

Êdî tehemula Nesrînê namîne

Piştî ku di 15ê sibata 1999an de Rêberê Gelê Kurd bi komployê dibin girava Îmraliyê, li her deverên kurd lê hene çalakiyên cur bi cur û girseyî tên lidarxistin. Nesrîn çend caran li kêleka dê û bavê xwe behsa çalakiyên Hûn nikarin Roja me tarî bikin, dike. Bavê Nesrînê jî jê re dibêje ku ‘Serokatî naxwaze çalakiyên xwe-şewitandinê çêbibin.’ Lê Nesrîn her ku komployê hîs dike dixwaze xwe têxe yek ji bedenên ku rêberê xwe ji tevahiya êrişan biparêze. 

Êdî tehemûla Nesrînê li hember tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd namîne. Hêdî hêdî dest bi plana çalakiya xwe dike. Roja 2yê hezîranê tê malê, berê xwe dide odeya ku lê dimîne. Kincên xwe yên derve ji xwe dike yên leşkerî li xwe dike. Derdikeve tê kêleka dê û bavê xwe. Bi wan re hinekî diaxive û bi xwişk û birayên xwe re jî demekê dilîze, henekan dike û careke din derbasî odeya xwe dibe û çalakiya xwe pêk tîne. Dê û bav dibînin ku Nesrîn wek yek ji kulîlka agir û herdu tiliyên xwe rakirine û tenê ji devê wê ‘Bijî Serok Apo, hûn nikarin Roja me tarî bikin’ derkeve.

Dayika Nesrînê jî dibe yek ji Dayikên Aştiyê

Bifikir in, îradeyeke wisa ye ku li kêleka dayika xwe xatirên xwe ji dayika xwe dixwaze û dibêje, “Dayê tu hê biçûk î, dema tu mezin bibî tu yê çalakiya min fêm bikî.” Nesrîn bi van gotinên xwe yên tije tecrûbe, xwedî îrade û xwedî doz li ser rêya azadiya ji bo pêşeroja serok û gelê xwe dimeşe. Dayika Nesrînê Nezahat Teke jî piştî vê çalakiya keça xwe dibe yek ji Dayikên Aştiyê û dide dû daw û doza bi hezaran qehremanên canfeda.

Nesrîn Teke bi hefteyan li nexweşxaneya Edeneyê dimîne û demekê rewşa wê ber bi başbûnê ve jî diçe. Lê rojekê ji nişkan ve dixtor dibêje ku divê em wê têxin beşa lênihêrîna awarte û divê emeliyat bibe. Piştî wê di 9ê tîrmeha 2000î de jiyana xwe ji dest dide û diçe nav karwanên azadiyê yên nemir.

“Evîn di agir, agir di agir de heliya” û Nesrîn gelek rêvalên xwe yên wek Mahmûd Yener û bi dehan ên din, li dijî wê feraseta qirker û komploger ku dixwest kurdan ji ser rûyê vê axê biqedîne, bûn rêwiyên ji bo têkoşîna azadiyê.

*Gotinên strana Siya Şevê