Reqîbê ewil ê Amedsporê diyar bû
Fîkstura Lîga Superê diyar bû, Amedspor di hefteya 1emîn bi Erzurumsporê re tê hemberî hev. Maç dê li Amedê bê lîstin.

Fîkstûra Lîga Superê ya Trendyolê ya sezona 2026-2027an diyar bû. Fikstûr li Tesîsên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) a li Rîvayê bi tevlibûna tevahî serokên klûban hate kişandin.Sezona 2026-2027an a Super Lîgê dê di 14ê Tebaxê de dest pê bike û serdema ewil a sezonê dê di 21ê Kanûnê de bi dawî bibe.
Serdema duyemîn a lîgê jî dê di 15ê Çileya 2027an dest pê bike. Sezona 2026-2027an dê di 23yê Gulana 2027an de bi dawî bibe.
Di fîkstûra lîgê de ku pêk hat; Amedspor di hefteyê 1emîn de dê bi Erziromsporê re were hemberî hev. Dê maç roja 14ê Tebaxê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê pêk were.
Amedspor û Erziromspor ji Lîga 1emîn a Trendyolê bi ser ketin û derbasî Lîga Superê bûbûn.


