Rejîma Îranê hêzên xwe li ser sînorê Rojhilat û Başûr zêde dike
Îran piştî şerê xwe yê bi Amerîka-Îsraîlê re li ser sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê dest bi avakirina baregehên nû û lêkirina dîwêr kir.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, Îranê piştî şerê bi Amerîka û Îsraîlê re hêzeke mezin a leşkerî ber bi sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê ve şandiye.
Hat ragihandin ku li qada sînor a navbera bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê û navçeya Pênciwên a başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên nû hatine avakirin û dîwar tê lêkirin.
Vê rewşê çûnûhatina kolberên ku ji neçarî karê kolbertiyê li ser sînor dikin gelek zehmet kiriye û metirsiyek mezin xistiye li ser jiyana kolberan.
Di meha hezîranê de rejîma Îranê li Bane, Pawe, Merîwan û Mihabadê dest bi operasyonên leşkerî kir û li hin cihan jî şer di navbera hêzên rejîmê û hêzên partiyên rojhilatê Kurdistanê de rû da.
Di encama şer de 4 gerîlayên YRKê û 6 pêşmergeyên PDKÎ şehîd bûn. Li hemberî vê yekê jî Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê 3 nokerên rejîmê ceza kirin. YRKê jî ragihand ku di şer de ji hêzên pasdarên Îranê kuştî û birîndar çêbûne.


