Rejîma Îranê du kolberên kurd binçav kirin

Rejîma îranê li Mahabadê 2 welatiyên kurd binçav kirin.

•
1 deqe xwendin
Rejîma Îranê du kolberên kurd binçav kirin

Kolbernewsê ragihand ku Rejîma Îranê du welatiyên kurd Şahîn Mistefazade yê 37 salî û Pejman Emanî temen ê 18 salî binçav kirin. Rejîma Îranê avêtin ser mala wan û şûnde hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên Kolbernewsê rejîma Îranê avêtine ser mala Şahîn Mistefazade û Pejman Emanî yên ji Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê ne  Hate ragihandin ku piştre hêzên Îranê ew binçavkirine, dest danîne ser telefonên hemû ferdên malbatê. Hate ragihandin ku Şahîn Mistefa ji bo ciheke nediyar hatiye birin. Heta niha sedemê binçavkirinê nehatiye eşkerekirin.