Rejîma Îranê di mehekê de 82 kes darve kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe ya nû de diyar kir ku Rejîma Îranê di Tebaxê de herî kêm 82 kes darve kirine. Di 8 mehên ewil ên salê de jî 532 kes darve kirine.

•
1 deqe xwendin
Rejîma Îranê di mehekê de 82 kes darve kirin

Rejîma Îranê bê navber welatiyên xwe darve dike. Yek ji welatê cîhanê yê herî zêde welatiyên xwe darve dike Îran e. Li gorî rapor û lêkolînan Îran di cîhanê de welatên ku herî zêde mirovan darve dike Çîn, Îran, Erebîstana Siûdî, Iraq û Yemen e. Li gorî raporan di 2025an de li Îranê  herî kêm 2 hezar û 159 kes hatin darvekirin. 

Di Tebaxê de 82 kes hatin darvekirin

Di raporeke ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatiye nivîsandin de hatye diyarkirin ku ji kesên ku hatine darvekirin 40 jê bi sûcên kuştinê, 34 bi sûcên têkildarî madeyên hişbir û 8 jî bi sûcên têkildarî ewlehiyê hatine mehkûmkirin. Ji darvekirinên ku di meha Tebaxê de hatine kirin, tenê 10 bi fermî hatine ragihandin lê 72 yên mayî li gorî agahiyên ji du çavkaniyên serbixwe hatine belgekirin.

Îsal 532 kes hatin darvekirin 

Bi van dozan re, hejmara darvekirinên ku li Îranê ji destpêka salê heta dawiya Tebaxê hatine tomarkirin gihîşt 532’yan. Di navbera kesên ku hatine darvekirin de 18 jin, 31 xwepêşander, herî kêm 18 welatiyên Efgan û endamên hindikahiyên etnîk ên cuda hene.

 

Marzîeh Nayerî di navbera jinên ku meha borî hatine darvekirin de bû. Li gorî rêxistinê, ew di 17 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin û rastî êrîşa zayendî hatiye. Her wiha ew zilamê ku bi zorê pêre zewiciye xwastiye tecawîzê wê bike, lê ew jî xwe parastiye û bi kêrê wî kesê kuştiye. Dadgehê îdiaya wê xweparastinê red kir. Marzîeh Nayerî piştî ku nêzî pênc salan di girtîgehê de ma, li Girtîgeha Navendî ya Qezwînê hat darvekirin.