'Rêber Apo ji bo Rojhilat çi peyam da?'

Peyama bingehîn a Rêber Apo dikare bi sê astan were xwendin: yekemîn, rawestandina darvekirinan û zexta li ser gelê kurd; duyemîn, rawestandina êrişên li ser herêmên Kurdistanê; sêyemîn, vekirina rêya çareseriya siyasî û demokratîk. Heke ev şert bên avakirin, wê demê mirov dikare li ser guhertina stratejiya têkoşînê jî biaxive.

•
1 deqe xwendin
'Rêber Apo ji bo Rojhilat çi peyam da?'

Peyama Rêber Apo ya li ser rewşa Îran û rojhilatê Kurdistanê rastî demeke taybet tê. Ne dema ku pirsgirêka Îranê tenê pirsgirêka navxweyî ya rejîm û opozîsyonê ye. Di heman demê de bi krîza herêmî, zextên li ser gelan, darvekirin û zexta li ser hêzên kurd re girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, girîngiya peyamê di vê yekê de ye ku Rêber Apo pirsgirêka kurdî li Îranê bi perspektîfa çareseriya demokratîk û siyasî pênase dike, ne wekî pirsgirêkek tenê ewlehî yan leşkerî. Di heman demê de li hember rêbaza tundî û leşkerî ya aliyên şer vê perspektîfê bi pêş dixe. Di heman demê de, di nirxandina hatî parvekirin de PJAK wekî hêzeke ku stratejiya parastina gel bêyî ketina bin bandora aliyên din dimeşîne, rast dîtiye.

Li vir yek ji peyamên sereke ev e ku Rêber Apo dixwaze pêşî li kûrkirina pirsgirêka kurdî li rojhilatê Kurdistanê bigire. Ji perspektîfa vê peyamê em vê fêm dikin ku divê pirsgirêka kurdî ne bi zext, êriş û darvekirin, girtin û kuştinan, lê bi rêya siyasî û demokratîk were çareserkirin. Ji ber vê yekê jî ew berî her tiştî rawestandina darvekirinan û rawestandina êrişên li ser herêmên kurdan dixwaze. Ev dide nîşandan ku li gorî vê nirxandinê, şertê bingehîn ji bo destpêkirina her pêvajoya siyasî ew e ku dewleta Îranê şîdeta li dijî gelê kurd kêm bike û deriyê siyasî vebike.

Gotina “mafê parastina rewa” di vê çarçoveyê de xwedî girîngiyeke taybet e. Peyam ne wisa ye ku parastina çekdarî wekî armanca sereke were danîn; belkî dibêje ku heke zext, darvekirin û êriş berdewam bikin, mafê parastina gel nayê rakirin. Ji ber vê yekê, peyam di navbera çareseriya siyasî û mafê parastinê de şert datîne pêşiya Komara Îslamî ya Îranê de. Naveroka peyamê wiha jî mirov dikare şîrove bike  divê dewlet beriya ku ji kurdan bixwaze ku stratejiyên xwe biguherînin, divê dewlet jî şertên siyasî û nêzîkatiya ku her tim kurdan wek potansiyelek xetere ji bo ewlehiya xwe dibîne, biguherîne. Ji xwe bi caran PJAKê diyar kiriye ku stratejiya me li ser esasê “parastina rewa” ye û di heman demê de qala siyaseta demokratîk dike. 

Ji aliyê Îranê ve, peyam modela siyaseta ku divê li hember kurdan were guherandin jî destnîşan dide. Ango şêwazê bicihbûna kurdan di nava pergala siyasî de mijareke herî girînge ku kes wek Rêber Apo serê xwe pê naêşîne. Di vê perspektîfê de, Îran tê rexne kirin ku nikare pirsgirêka kurd tenê bi hêza ewlehiyê, zindan, darvekirin û operasyonên leşkerî çareser bike. Divê ji siyaseta “Kurd wekî pirsgirêka ewlehiyê” derbasî siyaseta “Kurd wekî gel û beşek ji civaka piralî ya Îranê” bibe. Ev guherîn tê wateya ku mafên siyasî, nasnameyî û demokratîk ên gelê kurd bêne nasîn û pirsgirêk bi diyalog û rêbazên siyasî were çareserkirin. Di nav qeyran û krîzên heyî û berdewamiya aloziya di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de pêşniyar û helwestek wiha bêguman careke din nêzîkatiya stratejîk a Rêber Apo ji pirsgirêka kurdî re li her çar parçeyên Kurdistanê aşkera dike.

Yek ji xalên girîng ên peyama Rêber Apo rola pozîtîf a Tirkiyê ye. Rêber Apo tenê ji Îranê daxwaz nake ku êrişan rawestîne; ew ji Tirkiyê jî dixwaze di vê mijarê de “rolek erênî” bilîze. Ev dikare wekî bangek ji bo ku pirsgirêka kurdÎ li Îranê nebe qada pevçûna dewletên herêmê û nebe amûra siyaseta hêzên derve. Her wiha nêzîkatiya bêdeng a Tirkiyeyê li beramber polîtîkayên Îranê jî rexne dike. Ango ger Tirkiyê dixwaze li bakurê Kurdistanê bi kurdan re aştiyê bike û niyeta wê base, wê demê çima kurdên aliyê din ê sînor ji bo xwe wek xetere dibîne? 

Ji ber vê yekê, peyama bingehîn a Rêber Apo dikare bi sê astan were xwendin: yekemîn, rawestandina darvekirinan û zexta li ser gelê kurd; duyemîn, rawestandina êrişên li ser herêmên Kurdistanê; sêyemîn, vekirina rêya çareseriya siyasî û demokratîk. Heke ev şert bên avakirin, wê demê mirov dikare li ser guhertina stratejiya têkoşînê jî biaxive. Lê heke zext û darvekirin berdewam bikin, peyam dibêje ku mafê parastina rewa ya kurdan nayê înkarkirin. Rêber Apo li pêşiya Îranê du rêyan datîne; yan wê bi kurdan û gelên din ên îranî re aştiyê bike û demokratîk bibe yan jî wê di polîtîkayên xwe de israr bike û hilweşe. 

Di encamê de, ev peyam ne tenê ji bo PJAKê, lê wekî bangek berfireh ji bo guhertina siyaseta Îranê li hember pirsgirêka kurdî ye. Rêber Apo dixwaze pêşiya vê yekê bigire ku pirsgirêka kurdî careke din tenê wekî “pirsgirêka ewlehiyê” were naskirin û bi hêzê were çareserkirin. Li şûna wê, ew nîşan dide ku divê Îran ber bi demokratîzekirina siyaseta xwe, rawestandina şîdetê, nasîna dewlemendiya civakî ya Îranê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdî ve biçe. Di vê wateyê de, peyam ne tenê li ser “parastina gel” e; di bin vê gotinê de daxwazek ji bo guhertina temamî ya nêzîkatiya Îranê li hember kurdan heye. Di salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî de wergirtina peyamek wiha bêguman rêya tekoşîna rojhilatê Kurdistanê rohnî dike. Ya Rêber Apo dibêje di heman demê de pêkanîna xewn û xeyalên Jîna û bi hezaran kesên din e ku di oxira azadiyê de şehîd bûne.