Rêbaza têkoşîna demê

Dema ku biryar tê girtin ku li hember van êrîşan têkoşîn were kirin, li ser rê û rêbaza wê jî pir tê lêkolîn kirin. Loma jî destpêka gav avêtinan de manîfestoya têkoşînê tê amade kirin. Di manîfestoyê de rewşa heyî li ber çavan tê raxistin û ji bo ku wê rewşê holê rakin divê çi were kirin bi awayekî ber fireh tê pênase kirin.

•
1 deqe xwendin
Rêbaza têkoşîna demê

Ji bo her qewmekî zindewar tişta destpêkê ya herî girîng pênaseya wê/wî ye. Ji bo qewmê însanan jî pênaseya herî pêşiyê însanbûyîne. Însanbûyîn an jî bi gotinek din mirovbûyîn ji bo qewmê însanan pênaseya herî destpêkê ye. Netew, ol û ew kategoriyên ku di nav însanan de hene piştî pênaseya însanbûnê tên. Mînak; însan pêşiyê însane piştre Kurd e. Însan pêşiyê însane piştre misilman e hwd… 

Di gerdûnê de ji bo her cure zindiyan ji bûyînê de maf û rêgezên jiyanê hene. Ev maf û rêgez gerdûnî ne. Li gor netew an jî zindewaran naguhere. Ji bo ku ev maf û rêgez neyên binpêkirin divê însan di ferq û hişmendiya van mafan de be. Ev jî ji bo însan hişmendiya demokratîkbûyînê ye. Hişmendiya demokratîk di ferqê de ye ku gerdûn bi giştiye. Zindiyên di gerdûnê de di nav hevsengiyekî de dijîn. Di gerdûnê de derveyê însanan zindiyên din jî dijîn. 

Li ser rûyê erdê gelek cihan piştî demekî şûndetir ji bo berjewendiyên yek alî êrîşên fîzîkî pêk tên. Ev yek jî bi demê re aliyê êrîşkar her tiştî ji bo xwe mubah dibîne. Mafê yê li hember xwe nasnake. Gelek netew ji ber hêza wan a ku li hemberî êrîşan bisekinin tune bûye bi qetlîaman re hatine derbaskirin. Gelek caran jî li hember êrîşan berxwedan derketine holê. 

Gelê Kurd û erdnîgariya wê Kurdistan jî ji destpêka de li ser dika mirovahiyê cihê xwe pir bi heybet girtiye. Lêkolînê dîrokê jî piştrast dikin ku Kurd û Kurdistan pêşengtî ji mirovahiyê re kiriye. Ji ber vê taybetmendiya xwe gelek caran rastî êrîşên derve hatiye. Ji ber vê yekê di dîroka mirovahiyê de piştî derketina desthilatdariyê erdnîgariya Kurdistanê gelek caran rastî êrîşan hatiye. 

Gelê Kurd pêşengtiya civakbûyînê kiriye. Ji ber vê yekê maf û rêgezên mirovahiyê di nav civakbûyîna xwe de jiyane û pir baş dizanin ew maf û rêgez çi ne jî. Di dîrokê heya niha kengî di van milan de êrîş hatiye ser wan pir bi hêz li ber xwe dane. Di esasê xwe de gelekî di halê xwe de pîvanên mirovahiyê pir di kûr de dijîye. Ji ber ku dizanin dest berdana maf û rêgezên miravahiyê, ji pîvanên miravahiyê ketine. Loma jî pirî caran bi qirkirinan re jî hatiye derbaskirin dîsa jî dest wan mafê xwe bernedane.

Di 50 salê dawiyê de jî ev dîrok xwe dîsa dubare kiriye. Gelekî ku xwedî nasname, çand û dîrok tune hatiye hesibandin. Rastî qirkirinê hatiye. Gelê Kurd ê ku ji maf, rêgez, azadî û jiyana demokratîk a xwe hay jê heye li hember êrîşê li ser wan re bê deng nemane. Dema ku biryar tê girtin ku li hember van êrîşan têkoşîn were kirin, li ser rê û rêbaza wê jî pir tê lêkolîn kirin. Loma jî destpêka gav avêtinan de manîfestoya têkoşînê tê amade kirin. Di manîfestoyê de rewşa heyî li ber çavan tê raxistin û ji bo ku wê rewşê holê rakin divê çi were kirin bi awayekî ber fireh tê pênase kirin. 

Di destpêka têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de ji bo ku rewşa heyî holê were rakirin li gor derfetên demê rê rêbazên têkoşînê tên diyar kirin û dest têkoşînê tê kirin. Di manîfestoya destpêkê de ji bo çi têkoşîna şerê çekdarî tê tercîh kirin pir ber fireh tê gotin. Tam 52 salan ji bo ku vê rewşê biguhere têkoşîneke bê eman hate dayîn. Kîjan kesê xwedî wijdan dikare vê yekê înkar bike. 

Paradigmaya Rêber Apo li ser bingehên dîrokî hertim guhertin û veguhertin di xwe de pêk aniye. Li ser rêgezên bingehîn li gor rihê demê hertim guhertin pêk aniye. Muhaseba têkoşînê hertim hatiye girtin û ji bo ku destkeftiyên ku destketine zêdetir bike têkoşîn pir alî hatiye meşandin. Vê têkoşînê red û înkara li ser gelê Kurd daye rakirin. Êdî hebûna gelê Kurd tê qebûl kirin.

Ji bo gelê Kurd serdemek tê girtin serdemeke nû tê vekirin. Manîfestoya serdema nû jî hatiye nivîsandin. Dîsa rewşa berê hatiye pênase kirin. Muhasebeya têkoşîna 52 salan hatiye kirin. Li gor derfetên demê, ji bo gelê Kurd hebûna ku hatiye qebûl kirin azad bijîn, serdemeke têkoşînê ya nû destpê dike. 

Aliyê ku maf û rêgezên mirovahiyê bin pê dikin ji hişmendiya demokratîk para xwe negirtine. Loma jî têkoşînên ku ji bo mafê xwe yê mirovahiyê tên kirin ji aliyê wê hişmendiya ku demokrasiyê ditirse ve tên asteng kirin. Rewşa ku niha em dijîn jî ev e. Ji bo ku serdema aşitî û civaka demokratîk pêş bikeve li bendê ne ku dewlet gava bavêje. Ji ber ku peywirê xwe yê pêngavê bi cih neyne îja berpirsyariya xwe davêje li ser milê aliyê din. Li ser zemîna dijîtal aliyan rêxistin dike dide êrîş kirinê. 

Niha divê mirov rexne û êrîşê ji hev cuda bigre dest. Ji bo ku pisrgirêka Kurd were çareser kirinê niha hewldan û têkoşînek heye. Ew kesên ku ji bo pirsgirêk were çareser kirin serê xwe li ser meselê diêşîne gavên ku tên avêtin kêmasî û nebesiyên wê dibe ku rexne bike û sererast bike. Lê êrîşa ku niha li ser navê rexnê ku tê kirin tam jî kesên ku ji bo çareserî pêk neyê kar dikin ew in. Ew kesên ku êrîş dikin ka bila manîfestoya destpêka têkoşînê ku hatiye nivîsandin û ya ku destpêka dema nû ya niha de hatiye nivîsandin mêze bikin. Û bi van vê girêdayî bi sedan dahurandin û pirtûkên Rêber Apo hene bila li wan mêze bikin. Ehlaqê civakî û yê rewşenbiriyê jî vê yekê dixwaze. Her gotinekî berovajî kirin, ji armanca gotinê dûrxistin tu encamê dernaxe holê. Kesên ku xwe bawer bila bi paradîgma û entellektueliya Rêber Apo re bikevin têkiliyê û wisa gotinan bêjin. Rêber Apo hertim dibêje bila deriyê îmraliyê vebe her alî were em nîqaş bikin. Ew kesên ku êrîş dikin gelo ket ser difikirin dewlet çima derîyê îmraliyê venake. 

Platformên dijîtal û mejiyê çêkirî jî însan aniye halekî wisa ku êdî dest fikirandinê hatiye berdan. Kesek êdî nafikire. Gotinên ku tên gotin baş û pêşiya wan nayê mêze kirin. Ew kesên ku li ser van platforman êrîş dikin jixwe armanca wan eşkere bûye. Dema 80 û 90î de qanala trt 1 de “Anadolu’dan Görünüm” hebû. Armanca wê ya ku wê demê li ser tevgera azadiyê dixwest pêkbîne, îro ew trolê li ser dijîtalê dixwazin heman tiştî bikin. Kesên ku di mejiyê wan de pirs ava dikin an jî mejiyê wan tevlihev dibin bila li çavkaniyê xwe vegerin. Çavkanî Rêber Apo ye. Herkes xwe pir hesanî dikare bigihîne wan çavkaniyan.   

Di dawiyê de ez jî bi rexneyekî nivîsê biqedînim. Aliyê ku yên pêşengtiya demê bikin, li gor demê rêxistiniyan pêş bixin û civakê rêxistin bikin, çiqas Manîfestoya dema nû xwedine???