Raza rêxistinbûnê

Rêxistinbûn tiştekî wisa ye ku dema bobelatek were serê te; te bi tenê nahêle, alîkariya bi her awayî dide te û nahêle hestên tenêtiyê bi te re çêbibin. Mirov partî, sendîka, komele û hwd tevahî saziyên ku dibêjin em Saziyên Civaka Sivîl in (SCS) an rêxistinên demokrat in; divê ku li ser heman pîvan û hêmanan xwe di ber çavan re derbas bikin.

•
1 deqe xwendin
Raza rêxistinbûnê

Rêxistinbûn bi awayekî giştî tê wê wateyê ku kesek an komek ji bo sazî, partî, kom, sendîka, tevger an rêxistinek giştî bi rêbaz û armancek hevbeş xebatê dimeşîne. Ew kes berpirsyariyê qebûl dikin, bi rêgezan tevdigerin û ji bo armancên hevbeş kar dikin.

Dema ku tu bi rêxistin dibî, êdî tu bi tenê namînî, yên ku bi te re tevdigerin bi her awayê jiyanê bi te re ne. Dema ku tu bi tenê mayî an bi tenê bêyî hiştin, tê wê wateyê ku rêxistin qels e yan rêxistinbûn nîne û li heman cihî grûbên hegomonîk hene. Dengên cuda naxwazin, naxwazin tu bêyî nasîn an tu derkevî pêş ku ji xwe re heman rewşê xeter dibîne, an jî ji rêxistinbûnê zêdetir, xwebirêxistinkirina kesan pêşdetir e.

Di grûbên hegemonîk de rêxistinbûn çi ye?

"Hegemonîk" tê wê wateyê ku komek di civakê de xwedî hêz, bandor an desthilat e û dikare awayê ramyarî, çand, siyaset an jiyana rojane li gorî berjewendiyên xwe bi teşe bike. Ortodoks in û di her şerd û mercî de parastina grûba xwe bi fetîşî diparêzin.

Di van grûban de rêxistinbûn dikare çend fonksiyonan bi cih bîne: 

  • Hêz û çalakiyan berhev dike da ku armancên komê bi rêkûpêk werin meşandin. 

  • Nirx, bawerî û rêbazên komê hînî endaman dike û diparêze.

Birêvebirin û kontrola navxweyî pêk tîne; wate, kî çi bike û çawa biryaran werbigire diyar dike. 

  • Dikare bibêje ku desthilat dê komê biparêze û berfireh bike.

Ev ne tê vê wateyê ku her rêxistin hegemonîk e. Hin rêxistin ji bo mafên mirovan, xebata civakî yan jî ji bo alîkariyê hatine damezrandin û armancên wan cuda ne.

Ji bo kesekî rêxistinbûn tê çi wateyê? 

  • Ji aliyê heman kesî ve rêxistinbûn dikare hestek pêwendî û piştgiriyê biafirîne. 

  • Kesan ji bo armancek mezin beşdar bike. 

  • Derfetên hînbûn, lixwegirtina berpirsyariyê û kar û barên hevpar biafirîne.

  • Lê di heman demê de, dikare li ser azadiya kesan hin sînoran jî deyne, ger di komê de daxwazên zêde, yan kontrolên tund hebin, dibe ku ev nîşaneyên xeternak bin.

Tenêmayîn çi ye?

  • Tenêmayîn bi serê xwe ne tiştek baş e ne jî xerab. Wateya vê girêdayî şert û mercan e. 

  • Bi xwestek hilbijartina tenêtiyê: hin kes dixwazin bi serê xwe bifikirin, azadtir biryarê bidin û ji zexta koman dûr bimînin.

Tenêtiya tecrîdê, di nav demeke kin de bandoreke neyînî li derûniyê dike. Ji ber vê sedemê divê sazî yan rêxistin kesan bi tenê nehêle ku derûniyeke aloz a nevxweyî dest pê neke ku heman rewş nebe pirsgirêk.

Tenêbûna ku ne bi xwestek be: Ger kes ji civakê qut bibe û piştgirî tune be, ev dikare bibe sedema hestên wekî tenêtî, bêalîkarî yan qutbûnê. 

  • Di tenêtiyê de hestên xirab serdest e û kesayeta mirovan di nav aloziyê de dihêle ku mîna kurmukan kesayeta mirovan dikurusîne.

Di civakê de gelek caran ev du alî li hember hev di nav tevgerê de ne: kesê rêxistinbûyî û kesê serbixwe. Lê di rastiyê de ev ne mecbûr in ku dijberên hev bin. Mirov dikare di rêxistinekê de be û di heman demê de fikra rexneyî û serbixwe biparêze. Her wiha kesek dikare bê rêxistin be, lê dîsa bi civakê re ji bo têkiliyên xurt û çalak tevbigere.

Ji ber vê yekê, pirsa bingehîn ne ev e ku "rêxistinbûn an tenêmayîn?" çi armancê dihewîne?

Rêxistin çiqas cih dide azadiya fikir û rexneyê? Di heman astê de û wekhev li tevahî endamên rêxistinê xwedî derdikeve yan na?

Rêxistinbûn tiştekî wisa ye ku dema bobelatek were serê te; te bi tenê nahêle, alîkariya bi her awayî dide te û nahêle hestên tenêtiyê bi te re çêbibin. Mirov partî, sendîka, komele û hwd tevahî saziyên ku dibêjin em Saziyên Civaka Sivîl in (SCS) an rêxistinên demokrat in; divê ku li ser heman pîvan û hêmanan xwe di ber çavan re derbas bikin.