Rapora HRANAyê: Li Îran û Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin, 75 kes hatin darvekirin
HRANAyê rapora xwe ya meha Îlonê ya li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir; li gorî raporê di nava mehekê de 12 jin hatine qetilkirin (5 ji wan hatine darvekirin), 75 kes hatine darvekirin û zêdetirî 403 kes hatine binçavkirin.

Rêxistina Mafên Mirov ya HRANAyê di rapora xwe ya mehane de cih da amarên metirsîdar ên li ser tûndûtijiya li beramberî jinan û binpêkirinên mafên mirov yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di meha Îlonê de tûndiya li beramberî jinan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde bûye û 12 jin hatine qetilkirin.
Hatiye diyarkirin ji 12 jinên hatine qetilkirin, 5 ji wan hatine darvekirin, 7 jin jî bi tûndiya nava malbatê hatine qetilkirin.
Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin zextên dadgehan yên li ser çalakvanên jin zêde bûye. Dadgeh cezayên giran li kesên di xwepêşandanên dawî de hatine binçavkirin dibire. Her wiha jinên ji baweriyên cûda yên wek jinên Behayî ji xizmetguzariyên bijîşkî yên nava girtîgehan bêpar dihêlin.
Li gor heman raporê ji serê meha Îlonê ve li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetirî 403 kes (jin û mêr) hatine binçavkirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji serê mehê ve cezayê darvekirinê li ser 75 kesan hatiye bicihanîn, ji wana 5 jê jinin. Her wiha cezayê darvekirinêli 29 kesan hatiye birîn ji wana jî 3 jê jinin.
Di raporê de cih ji bo binpêkirinên di qada perwerdê de jî hatiye dayîn. Li gor raporê, 20 caran xwendekarên zanîngehê ji bo disiplînê hatine bangkirin. 36 xwendekar bi awayek demkî ji dibistanê hatine dûrxistin. 13 xwendekar jî (ji herdu rêgezan) ji zanîngehê hatine derxistin. Hatiye diyarkirin ku rejîma Îranê van cezayan wek amrazek ji bo bêdengkirina dengên azad û çalakiyên akademîk bikartîne.


