Rapora girtîgeha Tarsûsê: 'Girtîgeha ku rojê nabîne'

ÎHD, OHD û TUHAY-DERê rapora binpêkirinên mafan ên di navbera mehên Çile û Hezîranê de li girtîgeha kampusa Tarsûsê rû dane, eşkere kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tehliyeya 8 girtiyan hatiye taloqkirin û girtî rastî êşkence û muameleya xirab tên.

•
1 deqe xwendin
Rapora girtîgeha Tarsûsê: 'Girtîgeha ku rojê nabîne'

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û TUHAY-DERê Mêrsînê raporek li ser rewşa girtiyan amade kir. Di raporê de, hat gotin ku girtiyên nexweş di gihîştina xizmetên tenduristiyê de gelek pirsgirêk dijîn. Bi taybetî girtiyên ku nexweşiyên kronîk û giran hene nikarin xwe bigihînin tedawî û şertên jiyanê yên guncav.

Hat gotin ku tehliyeya 8 girtiyan ji ber cezayên dîsîplînê 6 meh hatine taloqkirin.

Tedawiya bi kelepçe û 'girtîgeha ku rojê nabîne'

Di raporê de, her wiha hat gotin ku hin girtiyan rastî muameleya xirab û êşkenceyê tên. Mafên wan ên tenduristî û ragihandinê jî tên sînordarkirin. Li gorî daxuyanê, dema girtiyan gilî dikin jî, ew bi gef û lêpirsînên dîsîplînê tên astengkirin.

Hat ragihandin ku, hin girtiyan nikarin cil û nivînên xwe derxin ber roj û hewaya vekirî. Ji ber vê yekê hin girtiyan girtîgehê wekî ‘Girtîgeha ku Rojê Nabîne’ bi nav kirine.

Hat diyar kirin ku, li girtîgeha Tarsûsê herî kêm mafê gihîştina xizmetên tenduristiyê ya 17 girtiyan, hatine binpêkirin. Di raporê de, her wiha behsa lêgerîna hundirê dev, muayeneya bi kelepçe hat kirin û hat gotin muayeneya girtiyên jin bi zorê li ber polîsan tên kirin.

Li gorî raporê, xwarinên girtîgehê kêm in û hin caran nayên xwarin û hat gotin ku di kantînê de tişt biha ne û pirsgirêkên paqijiyê hene.

Astengkirina nameyên kurdî û banga saziyan

Mafên girtiyan ên nivîs, telefon û gihîştina pirtûk, kovar û rojnameyan jî tên sînordarkirin. Hat gotin ku hin nameyên bi kurdî hatine nivîsandin ji bo girtiyan nehatine dayîn.

ÎHD, OHD û TUHAY-DERê, daxwaz kirin ku van binpêkirinan bi dawî bibin, mafê tenduristiyê were parastin û îdîayên êşkence û muameleya xirab bêne lêkolînkirin.