RAJIN, MKG û DGF’ê êrîşa li dijî rojnamegeran şerşezar kir
Koordînasyona RAJIN’ê êrîşên Dewleta Tirk a li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê a li ser wesayîta Şîrketa Medya ya Çetir kir û du rojnamevan hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn şermezar...

Koordînasyona RAJIN’ê êrîşên Dewleta Tirk a li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê a li ser wesayîta Şîrketa Medya ya Çetir kir û du rojnamevan hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn şermezar kir. RAJIN’ê anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî kurdê azad di rastiya ragihandina azad de îro jî dewam dikin û got: “Hevreyên me Gulîstan Tara û Hîro Behdînan jî bûn hedefa êrîşên. Hevrê Gulîstan Tara ji sala 2000’an ve weke kedkara çapemeniya azad li gelek qadan têkoşîn da meşandin. Ji sala 2018’an ve jî li başûrê kurdistanê xebatên xwe domand. Li başûrê kurdistanê her kêliyeke xwe ji bo ku rewşa jinên kurd li başûrê kurdistanê, rastiya êrîşên dewleta tirk ya li ser gelê kurd û tevgerên işkalê yên ku ji aliyê dewleta tirk ve têne pêşxistin, rastiya îxanet û gemariya nûkeriya ku di şexsê PDK de tê jiyan kirin bi hemû kar û xebatên xwe ve hewil da ku vêna ji raya giştî re eşkere bike. Hêro Behadîn jî weke rojnamevaneke ciwan di ragihandinê de xebat dida meşandin.


