RAJIN: Li dijî zext û sansurê em ê bi pênûsa Gurbetelliyan dengê heqîqetê bin
RAJINê di salvegera 29emîn a şehadeta wê de pêşenga çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz bi bîr anî, Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz kir û soza domandina xeta heqîqetê nû kir.

Koordînasyona Ragihandina Jinê (RAJIN), bi daxuyaniyeke nivîskî yekemîn Berpirsyara Weşana Giştî ya jin di çapemeniya Kurd de, fermandara YAJKê û pêşenga kevneşopiya çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz di salvegera 29emîn a şehadeta wê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. RAJINê di heman demê de 8ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li hemû xebatkarên jin ên çapemeniyê pîroz kir.
Ji lêkolînertiyê ber bi çapemenî û çiyayan ve
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qonaxên jiyana Gurbetellî Ersoz ku di sala 1965an de li navçeya Palo ya Xarpêtê ji dayîk bûbû; piştî qedandina beşa kîmyayê û lîsansa bilind, berê xwe da têkoşîna şoreşgerî û di sala 1993yan de bû edîtora rojnameya Ozgur Gundemê. RAJINê bi bîr xist ku Ersoz rastî êşkence û girtinê hat, lê piştî berdanê di sala 1995an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, di nava YAJKê de bû fermandar û di 8ê Cotmeha 1997an de li Başûrê Kurdistanê di encama kemînekê de şehîd bû.
‘Gurbetellî îro rê nîşan dide’
RAJINê destnîşan kir ku bi ser şehadeta wê re 29 sal derbas bûne û wiha hat gotin:
"Ew ne ji wan kesan e ku winda bûne, ji wan kesan e ku îro rê nîşan didin. Di vê serdemê de ku dewlet bi rêya binçavkirin, girtin, sansur û astengiyên dîjîtal rojnamegeriyê weke sûc dihesibîne, weke rojnamegerên jin ên li ser şopa Gurbetellî em ê dest ji pênûsa xwe bernedin."
‘Em ê li dijî zîhniyeta serdest bibin dengê jinan’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şer, qirkirina jinê û talana li cîhanê encama hişmendiya serweriya mêr e û hewldanên jinan ên ji bo azadiyê tên dîtin. RAJINê destnîşan kir ku ew ê li dijî zimanê zayendperest ê medyayê têbikoşin û hevrêyên xwe yên şehîd ên weke Nagîhan Akarsel, Şevîn Bîngol, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Gulistan Tara û Hero Bahadîn bi bîr anîn.
Banga Ocalan a ji bo mîrateya Gurbetellî
Di daxuyaniyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo xelatên Gurbetellî Ersoz dabû bi bîr xist: "Zindîhiştina bîranînên Gurbetellî û veguhastina fikr û têkoşîna wê ya ji nifşên nû re, erka me hemûyan e."
RAJINê daxuyaniya xwe bi biryardariya xurtkirina xebatan li ser xeta paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi dawî kir.


