Qurbaniyên 10ê Cotmehê hatin bibîranîn
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê, Riha, Dîlok û Meletî di salvegera 11emîn de qurbaniyên qetlîama Gara Enqereyê bi bîr anî û diyar kirin kuu dê daxwaza ked, aştî û demokrasiyê qurbaniyan pêk bînin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê bi mûnesebeta komkujiya li Enqereyê ya ku di 10ê Cotmeha 2015an de li ber Gara Enqereyê di mîtinga “Ked, Aştî û Demokrasiyê” de bi êrişeke bombeyî ya DAIŞê 104 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûbûn, li qada Bajêr a Semsûrê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên demokratîk ê civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Pankarta “Em kujeran nas dikin, nadin jibîrkirn” Hat vekirin û dirûşmên “Em 10 cotmehê nadin ji bîrkirirn”, “Şer re na niha aştî” hatin berzkirin


