'Qanûna Çarçoveyê' ji îmzeyan a wekîlên AKPê re hat vekirin

Pêşnûmeya "qanûna çarçoveyê" ji bo îmzeya parlamenterên AKPê hate vekirin.

•
1 deqe xwendin
'Qanûna Çarçoveyê' ji îmzeyan a wekîlên AKPê re hat vekirin

Pêşnûmeya "Qanûna Çarçoveyê" ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin beriya ku bê parlamentoyê ji bo îmzeya parlamenterên AKP'ê hate vekirin. Bi îmzeya Serokê Koma AKPê Abdullah Guler ji parlamenteran re hat şandin de wiha hat gotin: "Biryar hat dayîn ku hemû parlamenterên me Pêşniyara Qanûna Çarçoveyê bi temamî îmze bikin." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşniyar ji bo îmzeyan li salona Desteya Rêveber a Koma Parlementoyê hatiye vekirin.

Pêwîste parlamenter sibê heta saet 17:00an îmze bikin. Piştî ku pêvajoya îmzekirinê temam bû, tê payîn ku pêşniyar pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê bê kirin û di demeke nêz de bigihêje qonaxa komîteyê. Serokê Koma AKPê Abdullah Guler jî wê îro derbarê qanûna çarçoveyê de agahiyên pêşîn bide partiyan. Lê, di derbarê naveroka rêziknameyê de hêj daxuyaniyek berfireh nehatiye dayîn.