Prof. Joanna Bochenska di 21ê Tîrmehê de li Amargiyê ye

Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî bi aweyekî hevkarî bi beşdariya Kurdolog Prof. Joanna Bochenska dê 21ê Tîrmehê gotûbêja “Kurdnasiyê” pêk bînin.

•
1 deqe xwendin
Prof. Joanna Bochenska di 21ê Tîrmehê de li Amargiyê ye

Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî bi hevre gotûbêjek girîng amade dikin. Her du sazî roja Sêşemê (21ê Tîrmehê) bi beşdariya Kurdolog Prof. Joanna Bochenska ya ji Zanîngeha Jagiellonê ya Polonyayê gotûbêja bi mijara “Kurdnasî; Pirên Zanistî û Çandî di Navbera Kurdistan û Cîhanê de” li dar dixin. Gotûbêj dê saet di 17:00an de li avahiya Amargî ya li navçeya Sûrê were birêvebirin.

Endama Enstîtuyê Bêrîvan Matyar dê moderatiya gotûbêjê bike û Prof. Joanna Bochenska jî axêvera bernameyê ye. Hate zanîn ku zimanê gotûbêjê bi Kurmancî ye.

Armanca gotûbêjê ew e ku Kurdnasiya pirên zanistî û çandî ya di navbera Kurdistan û cîhanê de were nirxandin û ev pir were qewîkirin.