Prof. Dr. Gorur hişyar kir: 3 bajar li benda erdheja 7.4 pêlê ne

Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur, anî ziman ku ew dipên di navbera xeta Çewlîk, Kanîreş û Erzînganê de erdhej pêk bê. Prof. Dr. Gorur, beşdarî Kanal Firat a herêmî bû û hişyariya erdejê da.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur, anî ziman ku ew dipên di navbera xeta Çewlîk, Kanîreş û Erzînganê de erdhej pêk bê. Prof. Dr. Gorur, beşdarî Kanal Firat a herêmî bû û hişyariya erdejê da. Gorur, hişyar kir ku tê payîn erdheja di xeta navbera Çewlîk, Kanîreş û Erzînganê de hêza wê herî kêm 7.4 pêl bê û wiha got: “Periyoda erdhejan rawestiya ye. Ez dipêm ku li Dêrsimê erdhej pêk bê. Li rojhilatê Erzînganê Kanîreş heye. Em jêre dibêjin xeta Yedisu. Di navbera Çewlîk, Kanîreş û Erzînganê de dimîne. Ev erdhej ne pir dûr e. Dîsa dê mirov jiyana xwe ji dest bidin. Divê rayedar li hemberî vê yekê hişyar bin."