Posterê mezin ê Abdullah Ocalan bi Sûran dakirin

Ciwanên Welatparêz li Amedê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Sûrên Amedê dakir.

•
1 deqe xwendin
Posterê mezin ê Abdullah Ocalan bi Sûran dakirin

Ciwanên Welatparêz ên Amedê ji bo Şehîdên Azadiyê ku ji bo mafê gelê kurd têkoşiyan bi bîr bînin, wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Sûrên Amedê dakirin. Li ser pankartê “Pakrewan rûmeta me ne; Her şehîdek meşaleyeke, meşale tariyê ronî dike û rêya azadiyê nîşan dide. Şehîd namirin. Amed bi şehîdên xwe serbilind e.” nivîsandin û bal kişandin ser giraniya Şehidên Azadiyê.