Polîsan rojnamevan Andan binçav kir

Polîsan di saetên serê sibê de li Amedê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Polîsan rojnamevan Andan binçav kir

Polîsan di saetên serê sibê de li Amedê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin. Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û rojnamevan Serhildan Andan, Baran Baymiş, Mûrat Kayaş.”

Tê zanîn ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde ne.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) jî têkildarî binçavkirina Serhildan Andan daxuyanî da û xwest demildest Andan serbest berdin.